'Dayina dengan, xwedîderketina li vîna xwe ye'

Rêvebera Buroya Jinê ya PYD'ê Beşîra Derwîş û Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf ji bo dengdana li hilbijartinên komunan bang kirin.

Li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, wê 22'ê Îlonê hilbijartina hevserokên komunan bê kirin. Rêvebera Buroya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Beşîra Derwîş ev hilbjiartin nirxand.

'FEDERASYON PROJEYEKE NÛJEN E'

Derwîş diyar kir ku projeya federasyonê li Rojhilata Navîn projeyeke nûjen e û got: "Projeya federasyonê li welatên rojava li gelek cihan hatiye avakirin û bi ser ketiye. Lê ev proje ji bo Rojhilata Navîn projeyekî nû ye. Ji bo Bakurê Sûriyeyê jî tecrûbeyeke nû ye.  Wekî her kes dizane niha amadekariyên hilbijartina hevserokatiya komunan tên kirin ku ev jî yek ji gavên bingehîn ên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ne. Êdî gel jî ji bo ku navê xwe qeyd bike û dengê xwe bide komîna xwe, berê xwe didin cihên qeydkirina navan û qertên xwe digirin. Ew qert jî hêviya her kesî ye. Her kes hêviya xwe di komunan de dibîne. Bi taybetî jin, ji ber ku komun bingehê federasyonê ye."

Derwîş di dewama axaftina xwe de da zanîn ku gel bi coş e ji bo hilbijartinan û piştgiriya xwe nîşan dide. Derwîş wiha pê de çû: "Ne tenê gelê Rojavayê Kurdistanê ji bo hilbijartinan bi coş e, eşîrên Ereban û gelên bakurê Sûriyeyê jî piştgiriya xwe ji vê gavê re heya dawiyê nîşan didin. Ji ber ku cihên herî bi ewle ku her kes ji ber şer berê xwe didiyê Rojava-Bakurê Sûriyeyê ye.  Ev pergala Federasyona Demokratîk bûye hêviya tevahî gelê Sûriyeyê. Navên ku ji bo hevserokatiya komunan jî hatine qeydkirin hejmara wan zêde ye. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye ku hejmara navên qeydkirî ji hejmara hatibû xwestin zêdetir e."

PERGALA HEVSEROKATIYÊ

Derwêş têkildarî nêrîna partiya xwe ya li ser hilbijartinan û pergala hevserokatiyê wiha axivî: "Em weke Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yekemîn partî bûn ku me di kongreya xwe ya 5'emîn a awarte ya sala 2012'an de pergala hevserokatiyê pêk anî û pejirand. Ev gav jî bi armanca wekheviya di navbera jin û mêr de hate avêtin. Li ser vê bingehê buroya jin a xweser a jinên PYD'yî hate vekirin û pê re jinan li hemû qadan xwe bi rêxistin kirin. Yanî pergala hevserokatiyê jî ji bo jinan gaveke pir mezin bû ku bikaribe di gelek qadan de cihê xwe bigire û rêveberiyê bike."

'DIVÊ HEMÛ JIN TEVLÎ BIBIN'

Beşîra Derwêş herî dawî bang li tevahî jinan kir ku rola xwe di hilbijartinên komunan de bilîzin û wiha got: "Jinên ku tevlî xebatên hilbijartinê dibin hejmara wan ji ya mêran pirtir e. Ev jî gaveke pir mezin e. Banga min ne tenê li jinên Kurd e, banga min li tevahî jinên li Bakurê Sûriyeyê ye; ku rola xwe di hilbijartinan de bilîzin û dengê xwe bidin. Dayina dengê xwe tê wateya ku jin li îradeya xwe xwedî derdikeve. Hemû jin ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk û federal destê xwe bidin hev û bi hev re kar bikin. Jin gelek caran rastî êş û zehmetiyan hatine, lê tevî wê jî her dem li ber xwe dane. Ji bo wê divê em jî xwedî li vê berxwedanê û li nasnameya xwe derkevin."

PIŞTGIRIYA PARTIYA YEKÎTIYA LÎBERAL

Seroka Partiya Yekîtiya Lîberal a Kantona Cizîrê Ebîr Hesaf jî der barê Federasyona Bakurê Sûriyeyê de axivî û wiha got: "Em wekî partî bûn partiya yekemîn a ku tevlî projeya damezirandina rêveberiya xweser bû. Piştî damezrandina rêveberiya xweser a di sala 2014'an de, Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate damezrandin. Em hem ji bo jinên Sûriyeyê, hem ji bo MSD'ê û hem jî ji bo federasyona demokratîk ku di sala 2014'an de hat damezrandin bi tevlibûnek girseyî rabûn."

Ebîr Hesaf di dewama axaftina xwe de wiha got: "Em wekî partî ji bo ku pirsgirêka Kurdan a li bakurê Sûriyeyê bê çareserkirin dixwazin ku pergala federasyonê bi ser bikeve û ji ber vê yekê jî hemû kesên ku li Bakurê Sûriyeyê dijîn, divê her kes xwe di hundirê van hilbijartinan de bibîne."