Pêngava Bagera Cizîrê: 3 jin û 9 zarok hatin rizgarkirin

Tîmên taybet ên rizgarkirina sivîlan ên girêdayî QSD′ê, li rojhilatê herêma pêşesazî 3 jin û 9 zarok rizgar kirin.

Di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şer bi dijwarî dewam dike û şervan bi pêş ve diçin. Tîmên taybet ên rizgarkirina sîvîlan ên girêdayî QSD′ê di saetên êvarê de li gundê Xeşam ê dikeve rojhilatê herêma pîşesazî ya dikeve gundewarên bakurê Dêra Zorê operasyonek lidar xistin. Di encama operasyonê de 3 jin û 9 zarok hatin rizgarkirin û li cihên bi ewle hatin bicihkirin.

Şervanên QSD′ê 10′ê Îlonê, ango di roja duyem a Pêngava Bagera Cizîrê de, derbasî herêma pîşesazî bûn.