Du şervanên ku hewl didan zarokê birîndar rizgar bikin, şehîd bûn

Du şervanên ji tîma tenduristiyê ya YPG'ê, dema hewl didan zarokekî koçber ê 14 salî rizgar bikin, şehîd bûn.

Duh êvarê saet di 21:00 de, li nêzî şîrketa elektrîkê ya li rojhilatê Dêra Zorê, zarokekî koçber ê 14 salî ji çeteyên DAIŞ'ê reviya û hewl da xwe bigihîne şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê. Lê belê çeteyan gule lê reşandin û zarok ji destê xwe birîndar bû.

Tîma tenduristiyê ya YPG'ê, ji bo rizgarkirina zarokê birîndar berê xwe da herêmê, lê di vê kêliyê de mayina çeteyan taqiya. Jİ ber teqînê 2 şervanên ji tîma tenduristiyê şehîd bûn, şervanek jî birîndar bû.

Rewşa tenduristiyê ya zarokê birîndar niha baş e.