Nasnameya 8 şehîdan hate eşkerekirin

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 8 şervanên xwe yên ku di navbera 15-19'ê Îlonê de şehîd bûne, eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê nasnameya 8 şervanên ku di navbera 15-19’ê Îlonê de şehîd bûne, bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand.

Daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya YPG’ê hatiye weşandin wiha ye;

'80 JI SEDÎ YÊ BAJARÊ REQA HATIYE RIZGARKIRIN'

"Pêngavên rizgarkirina bajarê Reqa û Bagera Cizîrê yên bi armanca paqijkirina her du bajaran ji çeteyan hatine destpêkirin, bi dijwarî dewam dikin. Di Pêngava Bagera Cizîrê de ku bi armanca rizgarkirina bakurê Dêra Zorê hatiye destpêkirin û di roja 11'an de ye, şervanên QSD'ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê, bi pêşengtiya hêzên YPG-YPJ'ê li bakurê çemê Firatê bi pêş ve diçin. Li Reqayê dorpêça li derdora çeteyan her ku diçe teng dibe û bajar ber bi rizgarbûnê ve diçe. Heya niha % 80 zêdetir bajar ji çeteyan hatiye paqijkirin.

'LI HER DU ENIYAN 7 HEVRÊYÊN ME ŞEHÎD BÛN'

Li her du eniyan jî, destketiyên dîrokî yên têne bidestxistin, bi vîn û fedakariya şervanên azadiyê pêkan in. Pêşketinên wiha dîrokî bi berdêlên biçûk bidest nakevin. Bi vê hişmendiyê, şervan di oxira jiyana xwe de bi lehengî şer dikin û navendên paşverûtiyê bihost bi bihost rizgar dikin. Di navbera 15 û 19'ê Îlonê de, li her du eniyan heft hevrêyên me di şer de gihîştin şehadetê.

'HEVRÊYÊ ME WISAM ŞEDADÊ, JI BER ÊRÎŞEKE XWEKUJ ŞEHÎD BÛ'

Hevrêyê me Wisam Şedadê di 19’ê Îlonê de di encama êrîşekî xwekujiyê de ku ji aliyê çeteyan li nêzîkê bajarê Şedadê pêk hat gihiştiye şehadetê.

Em di serî de ji malbatên şehîdan re, ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em soz didin ku em ê têkoşîna wan bi ser bixînin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Ebas Şedadê

Nav û Paşnav: Siltan Şilaş

Navê Dayikê: Sebah

Navê Bav: Hisên

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: 15-09-2017 Reqa

Nasnav: Gelhat Berxwedan

Nav û Paşnav: Azad Donmez

Navê Dayikê: Fatma

Navê Bav: Ednan

Cihê Ji Dayikbûnê: Batman

Cih û Dîroka Şehadetê: 16-09-2017 Dêra Zorê

Nasnav: Ilwan Qamişlo

Nav û Paşnav: Ilwan Ebdûlezîz

Navê Dayikê: Melike

Navê Bav: Ebdûlezîz

Cihê Ji Dayikbûnê: Hasûd

Cih û Dîroka Şehadetê: 16-09-2017 Reqa

Nasnav: Mahir Hesekê

Nav û Paşnav: Mahir Beko

Navê Dayikê: Fehîma

Navê Bav: Xelab

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 18-09-2017 Dêra Zorê

Nasnav: Mihdî Hesekê

Nav û Paşnav: Mihemed Diyab

Navê Dayikê: Nezîre

Navê Bav: Mihdî

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 16-09-2017 Dêra Zorê

Nasnav: Rakan Hesekê

Nav û Paşnav: Rakan Xelîf

Navê Dayikê: Tifahe

Navê Bav: Ferhan

Cihê Ji Dayikbûnê: Til Berak

Cih û Dîroka Şehadetê: 16-09-2017 Dêra Zorê

Nasnav: Wisam Şedadê

Nav û Paşnav: Ehmed Xelîf

Navê Dayikê: Şekhe

Navê Bav: Mehmûd

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: 19-09-2017 Şedadê

Nasnav: Zana Hesekê

Nav û Paşnav: Xeys Ebûd

Navê Dayikê: Fethiye

Navê Bav: El-Qetmîr

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: 18-09-2017 Dêra Zorê