Bagera Cizîrê: 15 gundik hatin rizgarkirin

Di Pêngava Bagera Cizîrê de, 15 gundikên li bakurê Dêra Zorê hatin rizgarkirin. Berê şervanan li Siwerê ye û her bi pêş ve diçin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 11'an de ye. Li rojhilatê Mdeîne Siniyê (herêma pîşesaziyê), ku li bakurê Dêra Zor e, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji duh bi şev û vir ve bi 5 kîlometreyan bi pêş ve çûn. Şervanan 15 gundikên li vê herêmê rizgar kirin.

Şervanên QSDʹê ji aliyê Ebû Fas ve jî li herêma Siwerê bi pêşve diçin û derbên giran li çeteyan dixin. Li vê herêma navborî, çeteyên DAIŞ'ê tevî çeka xwe ya BKC bi saxî kete destê şervanan. Şerê li herêma Siwerê her dewam dike.

Wekî din, ji ber şerê navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên rejîma Sûriyeyê tevî hevalbendên wê Rûsya û Îranê, jiyana sivîlên li navenda bajarê Dêra Zor e, di metirsiyê de ye.

Rojane gelek sivîlên xwe dispêrin herêmên di bin serweriya hêzên QSD'ê de ne. Di vê çarçoveyê de, ji duh bi şev û heta ber destê vê sibehê, bi sedan sivîlan xwe li herêmên ewle yên QSD'ê girtin.