Di Pêngava Bagera Cizîrê de qonaxeke nû
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got ku em ber bi herêma Sîwerê ya nêzî sînorê Iraqê ve diçin.
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla got ku em ber bi herêma Sîwerê ya nêzî sînorê Iraqê ve diçin.
Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ya girêdayî QSD’ê di Pêngava Bagera Cizîrê de bi pêş ve diçin. Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla ji ANHA’yê re axivî û diyar kir ku wan dest bi azadkirina herêma stratejîk a nêzî sînorê Iraqê kirine.
Ebû Xewla diyar kir ku çend saet berê wan dest bi azadkirina herêma Sîwerê kirine û got, “Herêma Sîwerê nêzî sînorê Iraqê ye. 50 kîlometreyan dûrî Dêrazorê ye. Li vê herêmê DAIŞ’ê gelek gund dagir kiriye.”
Ebû Xewla di dûmahîka axaftina xwe de diyar kir ku mebesta wan a ji azadkirina vê herêmê ev e ku, beşeke mezin a Dêrazorê ya ku DAIŞ’ê dagir kiriye û qadên di axa Cizîrê de mane azad bikin.
Ebû Xewla têkildarî girîngiya herêmê jî got ku, “Herêma Sîwerê li ser sînorê Sûriye û Iraqê ye û di navbera Herêma Cizîrê û Herêma Dêrazorê de ye. Armanca me ev e ku em di nava çend rojan de vê herêmê azad bikin.”
Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla diyar kir ku li vê herêmê gelek sivîl hene û got, “Ev sivîl çend sal in di bin zilma DAIŞ’ê de ne. Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê ji bo azadkirina van sivîlan dixwaze korîdora ewlehiyê veke. Li Rojhilatê Firatê planên me hene û em ji bo bicihanîna planên xwe tevdigerin.