Hêzên Asayîşê: Çeteyê ku cebilxane ji çeteyên Tirkiye re dibir hat girtin

Hêzên Asayîşê li navçeya Şêrawa çeteyekî ku cebilxane ji gundewarên Helebê ji bo çeteyên artêşa Tirk a dagirker re dibirin bajarê Ezazê, girtin.

Çeteyekî bi wesayîta mazotê, cebilxaneyê ji bajaroka Qubtan El-Cebel a dikeve gundewarên bakurê Helebê ji çeteyên Tirkiyê re dibir bajarê Ezazê. Çete li benda kontrolê ya gundê Mezin ê girêdayî navçeya Şêrawa ji aliyê Hêzên Asayîşê ve hat girtin.

Cebilxaneyên ku hate desteserkirin ev in: “14 klaşinkof, 5 damançe, çekek a sekvaniyê, 52 şarjorên klaşinkof, gelek guleyên klaşinkof û hwd″.

Endamê Hêzên Asayîşê Rêber Mihemed diyar kir ku wan çete girtin û radestî aliyên berpirsyar kirin.

Gelek caran Hêzên Asayîşa Efrînê rêjeyek cebilxaneyên ku çete hewl didin bigihînin herêmên Şahbayê, girtine.