Şehîdên Bagera Cizîrê hatin veşartin

4 şervanên YPG'ê yên di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûn, duh li Hesekê hatin veşartin.

Cenazeyên şervanên YPG'ê Rûkan Xelîf (Rûkan Hesekê), Xes Ebûd (Zana Hesekê), Mihemed Diyar (Mîhdî Hesekê) û Mahîr Belo (Mahîr Hesekê), ji Meclîsa Malbatên Şehîdên Hesekê hatin rakirin û birin Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Şervanên YPG/YPJ'ê li şehîdgehê merasîmeke leşkerî kirin. Piştre ji Meclîsa Malbatên Şehîdan Sebah Mûsa, ji fermandarên YPG'ê Zekî Kobanê û endamê Meclîsa Biratiya Gelan Ezîz Hemîd axivîn.

Qisekeran sersaxî dan malbatên şehîdan û gotin, heta ku Sûriyeya demokratîk û federal bê avakirin û civak hemû bê azadkirin, wê têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî axaftinan, belgeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatan hatin kirin.

Cenazeyên şehîdan li ber dirûşma "Şehîd namirin" û tilîliyan hatin veşartin.