Hêzên Erka Xwepastinê beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûn

Hêzên Erka Xweparastinê ya Kantona Cizîrê, eşkere kir ku beşdarî Pêngava Bagera Cizîrê bûne.

Hevserokê Desteya Parastinê Rêzan Gulo û bi dehan şervanên Hêzên Erka Xweparastinê, çûn serdana çeperên şer ên Pêngava Bagera Cizîrê.

Li eniyên şer Rêzan Gulo axivî û diyar kir ku ji bo azadkirina bejahiya bakurê Dêra Zorê piştgirî didin Pêngava Bagera Cizîrê û destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê hemû hovîtiya xwe li ser gelê herêmê daye kirin.

Gulo di dawiya axaftina xwe de, ragihand ku Hêzên Erka Xweparastinê jî cihê xwe di Pêngava Bagera Cizîrê de girtine.

Piştre Fermandarê Giştî yê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ehmed Ebû Xewla axivî û destnîşan kir ku ji bo beşdariya Hêzên Erka Xweparastinê ya pêngavê spasiya wan dikin.

Ebû Xewla diyar kir ku hêzên nuqteyên şervanên QSD′ê hedef digirin, piştgiriya çeteyên DAIŞ′ê dikin û dixwazin hebûna wê li herêmê dirêj bikin. Ebû Xewla wiha got: ″Ev êrîş vîna şervanên me lawaz nake. Ew ê berxwedana xwe bidomînin û gelê xwe yê gundewarên bakurê Dêrê Zorê rizgar bikin″.

Ebû Xewla destnîşan kir ku hêzên QSD′ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê gelek navendên stratejîk li gundewarên bakurê Dêra Zorê rizgar kirine.