Bagera Cizirê: 10 gundik hatin rizgarkirin
Pêşveçûnên şervanan li rojhilatê Dêra Zorê û ber bi herêma Sûrê ve didome. Şervanan 10 gundik rizgarkirin.
Pêşveçûnên şervanan li rojhilatê Dêra Zorê û ber bi herêma Sûrê ve didome. Şervanan 10 gundik rizgarkirin.
Şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê li baskê Ebû Fas yê li rohilatê pêşve diçin. Ji seatên nîvro ve şervanên QSD’ê û Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê 4 kîlometre pêşve çûn û 10 gundik rizgarkirin.
Her wiha pêşveçûna şervanan ber bi herêma Sûrê ya dikeve ser sînorê Sûriyê û Iraqê ve jî didome û sivîlên ku têne rizgarkirin li herêmên bi ewle têne bicihkirin.