Cenazeyê şehîd Ebdulrehman li Eyn Îsa hate veşartin

Welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê cenazeyê şervanê QSD′ê Ebdulrehman ê di pêngava rêzgarkirina Reqayê de şehîd bibû, veşartin.

Bi sedan welatiyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê li pêşiya Şaredariya Gel a navçeyê kom bûn û tevlî karwanê şervanê QSD′ê Ebdulrehman El-Casim (Ebdulrehman)ê ku 12′ê Îlonê di pêngava rizgaririna Reqayê de şehîd bibû, bûn.

Karwanê cenazeyê şehîd ê ji dehan wesayîtan pêk dihat ber bi goristanê navçeyê ve ketin rê. Darbesta şehîd bi alên kesk, sor û zer û ala QSD′ê hat xemilandin.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Endsamê Rêveberiya Komîteya Têkîliyên Taybet a QSD′ê Ferhad Hec Îsa axivî û got ku şehîd şehîdê welatê xwe ye û rûmeta gelê xwe ye.

Piştre Endama Komîteya Jina Azad helbestek li ser şehîdan xwend, piştre sersaxî ji dayîka şehîd re xwest.

Di dawiya merasîmê de, nasnameya şehîd hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma “Şehîd namire” li goristanê hat veşartin.