Li Tebqayê cenazeyên şehîdên QSD’ê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Tebqayê cenazeyê 2 şervanên QSD′ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûn, li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşatin. Nasnameya şervanekî QSD′ê jî hate eşkerekirin.

 Karwanê cenazeyê şehîd Îsmaîl Nayif (Îsmaîl Tebqa) û Ehmed Hecî Hemed (Heqî Mebrûka) ji Kantona Kobanê bi rê ket û di saetên êvarî de gihîşt bajarê Tebqayê.

Bi sedan welatiyên bajar û gundewarên Tebqayê li herêmên Cerniyê, Mehmûdlî û Sêgol ên dikevin gundewarên rojavayê bajêr kom bûn, alên YPG/QSD′ê hildan û bi dirûşmeyên ″Bi can bi xwîn em bi re hey şehîd″ li benda karwanê şehîdan bûn.

Karwanê şehîd di ketina bajêr de ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwezîkirin. Karwanê herdu şehîdan berê xwe da goristana şehîdan a bajêr. Di merasîmê de Fermandar û şervanên QSD′ê, Endamên Hêzên Ewlehiya Hundirîn û Tirafîkê, Endamên Meclîsa Sivîl a Tebqayê, Meclîsa Jinê, Meclîsa Lihevanîna êlan û rûspiyên êlên herêmê amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre Fermandarê QSD′ê Umîd Gabar axivî û got ku ew ê rêveçûna şoreşê veguherînin riya rast.

Piştre Endamê Meclîsa Sivîl a Tebqayê Asya Xerbî bal kişand ser biratiya gelan û got: ″Şehîd bi hawara me ve hatin û canê xwe fedayî welatê xwe kirin. Ti cudahî di navbera gelên Kurd, Ereb, Aşûrî de nîne. Bijî biratiya gelan″.

Her wiha Endamê Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan Ebîr Mûsa jî axivî û diyar kir ku şehîd saxin ti carî namirin.

Endamê Meclîsa Lihevanînê Êlan Ehmed Ewad Hisên girîngiya felsefeya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan di serkeftinên QSD′ê de anî ziman û got: ″Ev şervanên Ocalan in, Ocalan Rêber me ye″. ‫

Endamê Meclîsa Jinê ya Tebqayê Ranya Ibêd jî bal kişand ser yekîtiya gelê Bakurê Sûriyeyê û wiha got: ″Bijî şehîd, bijî biratiya gelan″.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên herdu şehîdan hatin xwendin û nasnameya şervanê QSD′ê Mihemed Ehmed Hemo ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye jî hate îlankirin.

Cenazeyên şehîdan bi dirûşma “Şehîd namirin” û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.