Cenazeyê şevanê YPGʹê Seyîd Sifûk hate veşartin

Welatiyên navçeya Til Hemîs cenazeyê şervanê YPGʹê Ebilhemîd Sifûk (Seyid Sifûk) ê di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bû, li Goristana şehîd Raxib Etiya veşartin.

Bi sedan kesî cenazeyê şervanê YPGʹê Ebdulhemîd Sifûk (Seyîd Sifûk) ji ber Meclîsa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtinû bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîda Raxib Etiya ya li gundê Salihiyê ya Til Hemîsê derketin rê.

Li rêya ketina goristanê girseya gel cenaze li ser milan kirin û ber bi goristanê ve meşiyan. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebawî û li ser navê YPG`ê Diyar Xezal axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di berdewama merasîmê de her wiha li ser navê malbata şehîd, birayê şehîd Ebdilrehman Sifûk axivî û got ku ew bi berxwedana birayê xwe yê şehîd serbilind in.

Piştî ku axeftin bi dawî bûn, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebawî nasnameya şehîd xwend û radestî malbata wî kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeya şehîd bi diruşmeyan ve veşartin.