Cenazeyên 3 şehîdên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hatin veşartin

Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şehîdên pêngava rizgkarkirina Reqayê bi merasîmeke bi heybet ve li Goristana Şehîdan a Minbicê spartin axê.

Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 3 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Nedîm Salih (Ebû Ezîz), Îbrahîm Hec Mehmûd (Amerîkî) û Cuma Hisên ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana şehîdan ve ketin rê. Welatiyan alên Yekîtiya Ciwanên Ereb û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û wêneyên şehîdan, hildan.

Di merasîma şehîdan de Hevserokê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Farûq El-Maşî, Hevserokê Komîteya Hundirîn Ebdo Mûstefa, Hevserokê Komîteya Karê Derve Şêx Elî Cemîlî, Hevseroka Komîteya Parastinê Nofa Silêmann û Endamên saziyên bajêr, amade bûn.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir. Piştre Hevseroka Saziya Malbatên Şehîdan Kefaa Elî, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz Farûq El-Maşî axivîn.

Di axaftina de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û banga hevgirtinê li gelên herêmê kirin da destkeftiyên şehîdan bêne parastin.

Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirin.

 Cenazeyên şehîdan di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ û tîlîliyên dayikan de hatin spartina axê.