YPG’ê bersiv da êrîşên çeteyên Tirk

Şervanên YPG/YPJʹê bersiv dane  topbaran artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser deverên kantona Efrînê. 

Artêşa Tirk û çeteyên wê êrîş dibine ser kantona Efrînê. Şervanên YPG’ê û hêzên şoreşger jî bersiva êrîşan didin. Artêşa Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê gelek cih dane ber topan.

Artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Merenaz, Elqemiyê û Eyn Deqnê yên navçeya Şera yê herêma Efrîn bi çeka giran, doçka û topên hawanê kirine hedefa xwe. Şervanên YPG/YPJ û hêzên şoreşger jî bersiva êrîşan dan. Her wiha çeteyan top avêtine girê Şehîd Berfîn û gundê Dêr Belûtê ya navçeya Şera. Şervanan li vir jî bersiva çeteyan dan. Hate gotin ku di encama bersivdayîna şervanan de gelek ziyan gihaştiye çeteyan.

Çeteyan gundê Bercika Silêman yê navçeya Şêrawa jî dane ber topan. Di encamê de ziyanên  madî gihaşte mal û milkên welatiyan.

Çeteyan top avêtine bajarokê Mariê û gundê Herbil ên kantona Şehba ya herêma Efrînê jî. Şervanan li vir jî bersiva êrîşan dan. Ji ber van topan ziyaneke çawa çêbûye nayê zanîn.