Bû şervan û li Reqayê vegeriya

Ezed ê ji Reqayê, ku di 15 saliya xwe de neçar ma ji cih û warê xwe Reqayê derkeve, dema bû 18 tevlî nava refên YPG'ê bû û ev çar meh in ji bo rizgarkirina bajarê xwe şer dike.

Ezed Mihemed Ehmed ciwanekî Kurd ê ji Reqayê ye. Sala 2013'an dema ji Reqayê derketin, 15 salî bû. Gava ku YPG ava bû, bi israr xweste tevlî bibe. Lê belê ji ber ku emrê wî biçûk bû, tevlîbûna wî nehate qebûlkirin. Malbata wî ew şand Tirkiyeyê. Li wê derê ancax 5 mehan karîbû îdare bike. Şervanê YPG'ê Ehmed, ku 4 sal in ji Reqayê derketiye, yekane daxwaze xwe vegera li cih û warê xwe ye. Ezed Mihemed Ehmed ji ANF'ê re qala serpêhatiya xwe ya li Reqayê û tevlîbûna li nava refên YPG'ê û pêngava Reqayê kir.

Li Reqayê jiyana we çawa bû? Piştre çi hate guhertin?

Ez li Reqayê ji dayik bûm. Bav û dayika min li wir ji dayik bûne. Yanî em xwecihiyên Reqayê ne. Pêwîstî bi vegotina rewşa Reqayê ya berî şer nîne. Rewş çi jî bû, em li wir kêfxweş bûn. Jiyana me li wir dest pê kiribû. Em li wir diçûn dibistanê, hevalên me yên destpêkê li wir çêbû bûn. Bi kurtasî me gava xwe ya destpêkê li wir avêtibû. Em dewlemend nebûn, lê xizan jî nebûn. Me debara xwe dikir. Tevî ku li Reqayê mirovên ji ol û neteweyên cuda zêde jî bûn, di nava me de pirsgirêk tine bû. Qet nebe me hev biçûk nedidît.

Li Reqayê dema ku şerê ewilî sala 2013'an dest pê kir, ewilî Artêşa Azad kete nava Reqayê. Piştre DAIŞ hat. DAIŞ'ê ji nişka ve Kurd hemû weke dijmin ragihand û zext kir ku ji bajêr derkevin. Em jî ji neçarî derketin û hatin Kobanê.

Piştî ku we berê xwe dan Kobanê, we çi kir?

Dema şerê Kobanê dest pê kir, min dixwest tevlî nava refên YPG'ê bibim. Lê belê ji ber ku emrê min biçûk bû, ez qebûl nekirin. Gotin, 'Tu hîn biçûk e, nabe'. Li ser vê yekê neçar mam ku bi ya malbata xwe bikim û biçim Tirkiyeyê.

Li wir çi bi serê we hat? Çi derket pêşiya we?

Min rastî li Tirkiyeyê dît. Li Tirkiyeyê li cem nasên xwe dimam. Zexteke hê giran li wir li me dihate kirin. Hin hevalên min ên em bi hev re çûn, çûn kampan. Ji xwe min hê agahî ji hin ji wan negirtiye. Me bi Tirkî nizanîbû. Bi Erebî û Kurdî zanîbûn. Yekser fêhm dikirin bê em kî ne. Dema ku fêhm dikirin ku em ji Sûriyeyê ne û bi taybetî Kurd in, gelekî bi nebaşî nêzî me dibûn. Piştî 5 mehan, min got 'çi dibe bila bibe ez ê li Rojava vegerim'. Û vegeriyam.

Piştî ku hûn vegeriyan, çi bû?

Çi dibe bila bibe, divê mirov axa xwe, welatê xwe neterikîne. Mirin jî hebe, şer jî hebe, bihuşta rasteqîn erdê mirovan e. Piştî ku vegeriyam, ji bo tevlî nava YPG'ê bibim min israr kir. Lê dîsa gotin 'emrê te biçûk e'. Dema bûm 18, ez careke din çûm cem wan û tevlî YPG'ê bûm.

Niha hûn weke şervanekî YPG'ê tevlî pêngava Reqayê bûne. Girîngiya vê yekê ji bo we çi ye?

Ji bo tevlî şerê Reqayê bibim min gelekî israr kir. Ji bo min veguherîbû tişta herî girîng a jiyanê. Dema li Tirkiyeyê bûm, min sond xwaribû; çi dibe bila bibe ez ê li dijî DAIŞ'ê şer bikim. Bi taybetî min got, ku divê di nava pêngava rizgarkirina Reqayê de cih bigirim. Niha di pêngava Reqayê de me. Pêngav di meha xwe ya 4'an de ye. Û me zêdeyî 70 ji sedî yê bajêr ji DAIŞ'ê rizgar kirine.

Bi rastî jî pêngaveke gelekî dijwar e. Ev der keleha dawî ya DAIŞ'ê ye û ji bo vê kelehê ji dest nede, çi jê tê dike. Li nava Reqayê, xanî, kolan û dikaneke ku nehatiye mayinkirin nîne. Li her derê sekvanên xwe bi cih kirine. Bi êrîşên xwekujî û wesayitên bombebarkirî her roj êrîş dikin. Ev hemû hewldanên wan bi kêr nayên. Wê ji tinebûnê rizgar nebin.

Di nava vê pêngavê de ya ku herî zêde tehde li we kir çi bû?

Ya ku herî zêde tehdê li me dike ew e ku DAIŞ sivîlan bi kar tîne. Fêhm kirine ku dema mijar sivîl bin, em gelekî hesas in. Ji ber vê yekê sivîlan bi kar tînin. Carna dikevin nava sivîlan û şer dikin. Carna bi kincê sivîlan tê nava me. Carna jî sivîlan ji xwe re weke mertal bi kar tînin. Carna dikevin kemînê û ji sivîlan re dibêjin, 'Bang li şervanên QSD'ê bikin, ku werin we rizgar bikin'. Bi vî rengî dema sivîl alîkariyê dixwazin, hevalên me nikarin îdare bikin û yekser bi alîkariya wan ve diçin. Di wê kêliyê de jî êrîşî dikin.

Hevalên we yên bi vî rengî şehîd ketin, hene?

Bêguman hevalên m eyên bi vî rengî şehîd ketin û birîndar bûn hene.

Hûn dikarin par ve bikin?

Gelek mînakên wê hene. Lê ya ku herî zêde bandor li min kir, parve bikim. Wextekê em bi pêş ve diçûn, hin sivîl hatin dîtin. Di navbera me û wan de bi qasî 50-100 metre hebûn. Me ji wan re got, 'ber bi me ve bên'. Lê belê sivîl bi bêdengî li me dinerîn. Qet xwe nedilivandin. Me got, 'dibe ku ditirsin' û hêdî êdî em ber bi wan ve çûn. Dema ku me xwe nêzî wan kir, hin sivîlan bi rengekî veşartî bi destan hewl dan ji me re bêjin, 'biçin'. Wê wextê me fêhm kir ku kemîn e. DAIŞ'iyan dema ev nêzîkatiya sivîlan dîtin, gule li wan reşandin. Hevalekî me yekser derket pêş û li DAIŞ'iyan reşand. Piştî şerekî du saetan, hemû sivîl hatin rizgarkirin. Lê mixabin ew hevalê me şehîd bû. Sivîl dema hatin cem me ji me re gotin, 'Hûn çima hatin, me ji we re got, neyên. Hevalê we ji ber me şehîd bû'. Û li ser giriyan. Ji aliyekî ve jî dua dikirin.

Dema ku pêngava Reqayê qediya, hûn ê çi bikin?

Piştî ku dagirkeriya DAIŞ'ê ya li Reqayê ji holê hate rakirin, em ê nesekinin. Heta ku temamiya Sûriyeyê ji çeteyan paqij bikin, em ê têkoşîna xwe bidomînin.