Li Şehbayê kelecana hilbijartina demokratîk

Amadekariyên dawî yên hilbijartina komînan ên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ber bi dawî ve diçin. Endamê Desteya Hilbijartina Bilind a Şehbayê Huseyîn Velo got: “Hilbijartinên ku li Kantona Şehbayê wê bi şêwazên demokratîk pêk were.”

Çend roj mayî ji hilbijartinên komînan ên hemû kantonên Ferderasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê re amadekarî bi kelecan ber bi dawî ve diçin.

Di encama biyarên di civîna 3’emîn a Meclîsa Desteya Federasyon Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Şehba ya ku weke kanton hate hate îlankirin, amadekariyê hilbijartinê ber bi dawî ve diçin. Li Şehbayê beriya du rojan navên namzetên ji bo hilbijartina hevserokatiya komînan hatibûn eşkerekirin û ji bo hilbijarta komînan a ku wê 22’yê Îlonê bê kirin çend roj mane.

Endamê Desteya Hilbijartina Bilind a Şehbayê Huseyîn Veto, têkildarî amadekariyên hilbijartina komînên li Şehbayê nirxandin kir.

‘GEL ELEQEYEK MEZIN NÎŞAN DIDE’

Velo anî ziman nîşandana gel a zêe ya namzetan a ji bo hilbijartinê dide nîşandan ku bê ka çiqas pêwîstiya wan bi demokrasî û hesreta wê man ye û wiha got:

 “Destpêkê me li Efrînê boroya xwe ya Desteya Hilbijartina Bilind vekir. Di gava destpêkê de me kertên hilbijartinê amade kir. ji bo Şehbayê me 85 hezar kertên hilbijartinê amade kir û dest bi belavkariyê kirin. Belavkirina kertan hê jî dewam dike. Piştre jî ji bo hevserokatiya komînan me dest bi serlêdanên namzetan kirin. 126 namzet serlêdan kirin.

Serlêdan û eleqeya gel pir zêde ye. Gelê me ji pêvajoyeke ya ji bin lepên çeteyên DAIŞ’ê û tirsê derbas kir, niha jî bo xwe li demokrasî, aramî û aştiyê digere. 5 rojan serlêdana hatin dirêjkirin û bi rastî jî serlêdan pir bûn.Pêvajoyekî bi wate bû. Dîsa gel ji bo dengdayînê hatin kert girtin. Bi rastî jî ji bo agahî têkildarî hilbijartin û xebatê buroyên me tim tijî bûn.

LI ŞEHBAYÊ LI GORÎ NAVÇEYAN HEJMARA NAMZETAN

Velo, destnîşan kir ku li Kantona Şehbayê ji bo hilbijartina komînan 143 namzet hatin diyarkirin. Velo ev tablo wiha rêz kir:

“Ji bo navçeya Fafin 54, ji van 23 jin, 31 mêr

Ji bo navçeya Ahraz 24, ji van 12 jin, 12 mêr

Ji bo navçeya Keferneya 25, ji van 11 jin,14mêr

Ji bo navçeya Til Rifat 24, ji van 12 jin,12 mêr

Ji bo Kampa Rûbar 9, ji van 4 jin, 5 mêr

Ji bo Kampa Şehba 7, ji van 4 jin, 3 mêr

 ‘WÊ HILBIJARTINEKÎ DEMOKRATÎK BE’

Endamê Desteya Hilbijartina Bilind a Şehbayê Huseyîn Velo, destnîşan kir ku hemû gel, beş û jinên li Şehbayê dijîn di wê kêfxweşiyê dene ku wê di hilbijartineke demokratîk de ku deng bidin namzetên ku bi xwe diyar kirin, dijî û wiha pêdê çû:

“Din ava 143 namzetan de jin û mêrên Ereb, Tirkmen û Kurd hene. Li pêşiya ti kesê astengî nehatine çêkirin. Her kes wê cihê xwe bigire û nûnertiya xwe hebe.

Wê roja Înê saet 08:00 hilbijartin destpê bike. Niha ji bo hilbijartinê beşeke mezin ê kar û xebatan ber bi dawî ve çûne, hinek jî hê dewam dike. Niha hemû navendên ku wê deng lê bên bikaranîn hatine amadekirin. Duh me li gel buroya ku wê sindoqên hilbijartinê lê bên komkirin civîn lidar xist. 250 kes erkdarên sidoqanin. Me li gel wan civîn pêk anîn bê kaç i bikin, wê sindoq çawan bên kontrolkirin, vegot.

Ev ji bo Şehba tecrubeyek nû ye. Gelê me jî vê tecrubeyê bi kêfxweşî pêşwazî dikin. Di serî de ji niha ve ez vê tecrubeya hilbijartinê li gelê me pîroz dikim.”