ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî Banga 27'ê Sibatê ya Rêber Apo û Kongreya 12'emîn a PKK'ê wê bêne şopandin.

MRAP'ê banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' xist rojeva Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bal kişand ser rola Rêber Apo ya ji bo çareseriya meseleya Kurd û ragihand ku mafê hêviyê tê binpêkirin.

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi wesîleya Cejna Qurbanê hevdîtin bi Rêber Apo re kir, anî ziman ku Rêber Apo ji bo DEM Partiyê gotiye partiya xwişk û biratiya gelên Kurd û Tirk û ev yek jî tê wateya nûkirina her tiştî.

Êrîşên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Sefkan Kobanê anî ziman ku di nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de desthilatdarî mijûlkariyê dike û got, dewleta Tirk bi rêya HTŞ'ê dijberiyê li Kurdan dike.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker diyar kir ku divê civak li hemberî wan kesan hişyar be olê bi kar tînin û got, "Gelê me divê li hemberî yên ku mal û milkê gelê me weke xenîmetê dibînin, xwedî li nirxên xwe derkeve."

Gerîlaya YJA Starê Têkoşîn Cûdî qala şehîd Qasim Engîn kir û got, "Hevalê Qasim yek ji nûnerên herî xurt ê xet û felsefeya Apoyî bû. Yek ji hunermendên herî xurt, mirovekî herî zane bû."

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot ragihand ku ew di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Tirkiyeyê de navbeynkariyê dikin û piştgiriya Fransayê ya ji bo Kurdan dubare kir.