QSD: Li Efrînê artêşa Tirk û çeteyên wê têk çûn

Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku hemû qad hatine paqijkirin ên ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwestin lê bi cih bibin.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî êrîş û şerê li Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate de ragihandin qadên ku artêşa Tirk û çeteyên wê dixwestin lê cih bibin, bi operasyoneke şoreşger hatine hatine paqijkirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Dewleta Tirk a dagirker planên xwe yên li ser herêmê dixwaze bi xapandina pêkhateyên herêmê pêk bîne. Artêşa Tirk a dagirker bi rêya çeteyên ku li Tirkiyê perwerde dikir dixwaze di navbera gelê Ereb û Kurd de dijminahiyê pêş bixe û pêkhateyên herêmê bi hev bide şikandin. Lê heya niha ev plan tên pûçkirin.

ÊRÎŞ HATIN ŞIKANDIN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî îro derdorê nîvro di bin parastina balafirên şer, tank û topan de di hinek herêmên li ser sînor û gundên Efrînê xwestin xwe bi cih bikin. Hêzên me îro ber bi êvarê, li ser van çete û leşkerên artêşa dagirker a Tirk operasyoneke berfireh li dar xistin. Operasyona ku li 5 deverên cûda pêk hat de, gundê Edema, gundê Şadiya û gundê Sûrkê yên girêdayî navçeya Raco û gundê Şingêlê yê girêdayî navçeya Bilbilê ji çete û leşkerên artêşa dagirker bi giştî hat paqijkirin. Her wiha li hinek deverên li ser sînor pevçûnên giran diqewimin. Hewldanên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî yên ketina xaka Efrînê hate pûçkirin.

ARTÊŞA TIRK SIVÎLAN DIKE HEDEF

Artêşa dagirker a ku li hember hêzên me nikare di bejahî de pêş bikeve careke din sivîl kir hedef. Di bombebarana li ser kampa Rûbar a penaberan, gundê Cilbirê ya navçeya Şêrawa û derdorê bajarê Efrînê gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

TIRKIYE REYHANLIYÊ DIKE HEDEF

Her wiha artêşa Tirk a dagirker bi armanca rewakirina êrîşên xwe, navçeya Reyhanli ya Hatayê bi xwe topbaran dike û hêzên me ji vê yekê sûcdar dike. Em diyar dikin ku tu têkiliyên me bi topbarana li ser herêmên sivîl ve nîne; herêmên ku li derveyî sînorê Efrînê dimînin tu caran ji alî me ve nebûne hedef.

Em careke din diyar dikin ku divê li gotin û manîpulasyonên li ser torên civakî û hinek ajansan îtîbar neyê kirin. Wê di derbarê pêşketin û encamên şer de ji alî Fermandariya me ve agahiyên berfireh bi raya giştî re werin parvekirin.”

Di pevçûnên heya niha de hejmarek leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wî hatine kuştin. Di derheqê encamên şer û berxwedanê de wê agahiyên berfireh pişt re bi raya giştî re werin parvekirin.ʺ