Kurd li her derê ji bo Efrînê daketin qadan
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li Danîmarka, Swîsre, Belçîka û Avûstûryayê hatin protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li Danîmarka, Swîsre, Belçîka û Avûstûryayê hatin protestokirin.
KOPENHAG
Kurdistanî û dostên wan ên li Danîmarkayê dijîn ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, li pêşiya sefaretxaneya Rûsya û Amerîkayê mîtîngeke protestoyê li dar xistin.
Girseyê di mîtîngê de sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’, ‘Trûmpê qatîl’, ‘Pûtînê qatîl’ berz kirin.
LOZAN
Li bajarê Lozanê yê Swîsreyê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi çalakiyan hatin protestokirin.
Bi sedan kes li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hatin ba hev û mîtîngek li dar xistin. Li vê derê nûnerên NCDK-S, PYD, HDK, Partiya Pop û Alîkarê Şaredarê Lozanê axivîn û diyar kirin ku AKP dixwaze tola Kobaniyê bistîne, ya ku ew û çeteyên xwe li wê derê têk çûbûn.
TÎCÎNO
Li Kantona Tîcîno ya Swîsreyê Kurd û dostên wan daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin û ji qada îstasyona navendî heta dêra li navenda Bellînzonayê meşiyan.
VIYANA
Li paytexta Avûstûryayê, Viyanayê jî çalakiyên protestokirina dewleta Tirkiyeyê di roja 2’emîn de domiya.
Çalakî li pêşiya parlementoyê hate lidarxistin û girse heta qada Stephenplatzê meşiyan.
DEN HAAG
Li bajarê Den Haagê yê Hollandayêjî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi çalakiyekê hate protestokirin.
GRAZ
Li bajarê Grazê yê Avûstûryayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin û girseyê sloganên protestokirinê berz kirin.
ANVERS
Li bajarê Anversê yê Belçîkayê jî li Mecpleînê çalakiya protestokirinê hate lidarxistin. Girseyê li vê derê alayên YPG/YPJ’ê vekir û sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ berz kir.