Sîvîlên ku di êrîşa dewleta Tirk de ya li dijî Efrînê li gundê Cilbirê jiyana xwe ji dest dane malbateke Ereb e. Ev malbat ji ber şerê li Îdlîbê hatine li gundê Cilbirê bi cih bûne û malbatê bi xwedîkirina mirîşkan debara xwe dikir.
Kesên ku ji ber bombeyên balefirên şer ên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dane, na vû temenê wan wisa ye: Wael El Huseyn (1), Salameh Huseyn (6), Mûsab El Huseyn (6), Fatallah El Huseyn (8), Hadeel El Huseyn (10), Refeh El Huseyn El Homer (33).
Cenazeyê zarokên bi navê Ehmed El Huseyn (17) û Samak El Huseyn (16) jî hê di bin kavilan de ne. 5 kesên ku birîndar bûbûn jî li Nexweşxaneya Avrînê tên tedawîkirin.