Êrîşên li dijî Efrînê bi şev jî dewam kirin

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê, bi şev jî dewam kirin.

Artêşa Tirk a dagirker duh bi şev saet 23'an bi ablafirên şer êrîşî Efrînê kir. Li ser encama vê êrîşê agahiyek bi dest neket.

Ber destê sibehê jî bi hawan û obusan li gundê Dîkmedaş û gundê Qestele yê navçeya Şera xist.

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî di cih de bersiv dan êrîşan.

Çav li rê ye ku QSD di nava rojê de li ser êrîşan daxuyaniyekê bide.

ÊRÎŞ EV SÊ ROJ IN TÊN KIRIN

Êrîşên dagirkeriyê ku 19'ê Çileyê dest pê kirin, ev sê roj in dewam dikin. Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) duh daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku artêşa Tirk a ji bejahî ve hate şikandin, bi balafirên şer êrîşî sivîlan dike.

Van sê rojan, 20 sivîl ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin kuştin.