Li Şiyê şer giran e

Li derdora gundê Xelîla yê navçeya Şiyê ya Efrînê şerekî dijwar diqewime.

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ev sê roj in dewam dikin. Li gelek cihan şerekî dijwar diqewime.

Li eniya rojava ya Efrînê, li çend nuqteyên nêzî gundê Xelîla yê navçeya Şiyê di navbera şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û leşkerên Tirk ên dagirker de danê sibehê şerekÎ dijwar dest pê kir û ev şer hê jî dewam dike.

Li gorî agahiyan di şer de çekên giran tên bikaranîn. Çav li rê ye QSD di saetên pêş de li ser şer daxuyaniyekê bide.