Fermandariya QSD'ê: Me operasyona şoreşger da destpêkirin - NÛ BÛ
Yek ji fermandarê QSD'ê Mehmûd Berxwedan got, “Me li dijî hêzên dagirker operasyoneke şoreşger da destpêkirin.’
Yek ji fermandarê QSD'ê Mehmûd Berxwedan got, “Me li dijî hêzên dagirker operasyoneke şoreşger da destpêkirin.’
Yek ji fermandarê QSD'ê Mehmûd Berxwedan ragihand ku wan li Efrînê li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê operasyona şoreşger dane destpêkirin.
Berxwedan bi rêya telefonê tevlî Stêrk Tvyê bû got, “Li dijî hêzên dagirker operasyona me ya şoreşger hatiye destpêkirin.”
Berxwedan axaftina xwe wisa domand:
“Dijmin xwest xwe bera Racoyê bide û şervanên YPG/YPJ û QSD’ê êvarî li dijî wan operasyonek da destpêkirin. Operasyon hê jî didome. Li gundên Hedîma, Şadiya û gundên din operasyon hê jî didome. Li gundê Sorkê jî şerekî giran heye. Hevalan operasyoneke berfireh dane destpêkirin. Bi operasyoneke taybet li ser xeta Racoyê dagirker ji herêmê hatin derxistin.”
Berxwedan axaftina xwe wisa bi dawî kir, “Li gundê Şingêlê jî ya ku dijmin îddîa dikir wan ev gund bi dest xistine, ev gund bi operasyonekê ket bin kontrola me. Operasyon hê jî didome. Çete û leşkerên dewleta Tirk li ku derê asê bûbin, operasyon li wê derê didome. Em ê di saetên pêş me de, encama operasyonê jî ragihînin. Operasyona me ya li dijî hêzên dagirker didome.”