Şehîdên Efrînê tên veşartin
12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên li Efrînê di êrîşa dagirkeriyê de şehîd bûn, îro tên veşartin.
12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên li Efrînê di êrîşa dagirkeriyê de şehîd bûn, îro tên veşartin.
Wê îro li Efrînê ji bo 12 sivîl û 2 şervanên YPG'ê yên di êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûn, merasîma cenaze bê lidarxistin.
Çav li rê ye bi hezaran kes tevlî merasîmê bibin.
Li Efrînê ev sê roj in êrîşên dagirkeriyê dewam dikin. Roja destpêkê 11 kes şehîd bûn û 15 kes jî birîndar bûn. Rojava duyemîn 6 kes şehîd bûn û 13 kes birîndar bûn.
Piraniya mirovên şehîd bûne sivîl in. Di nava şehîd û birîndaran de zarok gelek in.