Nêzî 20 sîvîl hatin qetilkirin, DYA hê jî dibêje ‘îtîdal’
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di du rojan de nêzî 20 kes hatin qetilkirin lê DYA dibêje ‘îtîdal’ û ‘bila sîvîl jiyana xwe ji dest nedin.’ Elmanyayê jî got ‘Em bi fikar in.’
Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di du rojan de nêzî 20 kes hatin qetilkirin lê DYA dibêje ‘îtîdal’ û ‘bila sîvîl jiyana xwe ji dest nedin.’ Elmanyayê jî got ‘Em bi fikar in.’
Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê di roja duyemîn de didome. Daxuyaniyên gilover ên hêzên navnetweyî jî rê li ber qetlîama sivîlan vedike. Di du rojan de dewleta Tirk di êrîşên xwe de nêzî 20 kes qetil kir.
Berdevkê Wezareta Karê Derve yê DYA’yê Heather Naûert banga ‘Îtîdal’ê li dewleta Tirkiyeyê kir û got, “Di vê çarçove û maweya operasyonê bi sînor be. Divê kesên sivîl jiyana xwe ji dest nedin. Em ji ber rewşa sivîlan bi fikar in’
Elmanyayê jî têkildarî êrîşên li dijî Efrînê daxuyanî da. Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Sîgmar Gabrîel jî got ku, “Em ji pêşveçûnên li Bakurê Sûriyeyê bi fikar in. Di şer de yê di navbera Tirkiye û hêzên Kurdan de rîskên mezin hene.”