Balafirên şer ên Tirkiyeyê cihek bombe kirin

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê didomin. Leşkerên Tirk ên ku li hemberî QSD’ê têk diçin, bi balafir û hawanan êrîşî Rojava dikin.

Li gorî agahiyên ku me ji çavkaniyên herêmî wergirtine, bi şev balefirên şer ên Tirkiyeyê li ser Efrînê geriyane. Li gorî agahiyan balefirên şer cihek bomberdûman kirine.

Di heman demê de artêşa Tirk hawanan diavêje gundê Dîkmetaşê û navçeya Bilbilê.

Fermandariya QSD’ê vê êvarê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku hemû cihên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê xwestine bikevinê, ji aliyê hêzên wan ve hatine paqijkirin.