YPG: 4 leşkerên Tirk û 10 çete hatin kuştin
Fermandariya YPG'ê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji duh û vir ve di şer de heta niha 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 10 çeteyên wan hatine kuştin.
Fermandariya YPG'ê ya Kantona Efrînê ragihand ku ji duh û vir ve di şer de heta niha 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker û 10 çeteyên wan hatine kuştin.
Fermandariya YPG`ê ya kantona Efrînê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrîn û Şehbayê daxuyaniyeke nivîskî weşand
Daxuyaniya ku li ser malpera YPG'ê hate weşandin wiha ye:
"Artêşa Tirk a dagirker bi 72 balafirên şer êrişî Kantona Efrînê kir. Di êrişê de 108 xalên Kantona Efrînê ku di nav de hemû navçe û gelek gund jî cih digirin hedef hatin girtin. Di nav xalên hedef hatine girtin de li gel çeperên me, Kampa Rubar ya Koçberan, saziyên civaka sivîl, gelek mal û xaniyên niştecihên herêmê jî hene. Ango artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wî bê serûber Efrîn bombebaran dikin. Gelê me û şervanên me li hember êrişan berxwedaniyeke dîrokî nîşan didin û di cih de bersiva êrişên çeteyan didin. Di êrişan de heya niha 3 jê rewşa giran bi giştî 13 sivîl birîndar bûn û 6 sivîl jî şehît ketin. Di nav şehîd û birîndaran de jin û zarok jî cih digirin. Hemû hewildanên dagirkirina axa Efrînê rastî bersiva tund a şervanan tên û heya niha ne artêşa Tirk dagirker û ne jî çeteyên girêdayî wî li ser erdê yek gav jî pêşde neçûne. Agahiyên ku rayedar û ragihandina alîgirê wî di çapemeniya xwe de parve dikin rastiyê îfade nakin.
20'ê mehê de (duh) artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer li navçeya Şera, li dijî 11 xalan êrîş pêk anî. Amadekariyên çeteyên artêşa dagirker ên li ser xeta Ezazê, ku dixwestin êrîşên bejahî pêk bînin, bi destwerdana hêzên me hatin vala derxistin. Her wiha li navçeya Raco û Bilbilê yên ku dikevin ser xeta sînor, li gel êrîşên bi obus û hawanan êrîşên hewayî pêk hatin. Di encam de ziyana maddî gihîşt welatiyên sivîl. Li ser bersivdana şervanên me li vê herêmê şerê giran diqewimin. Her wiha li gelek xalên li derdora navenda bajarê Efrînê êrîşên hewayî pêk hatin û sivîl dîrekt hatin hedef girtin. Li herêma Şehba, çeteyên artêşa dagirker ên ku ji Cerablûsê bi armanca êrîşkirina Efrînê derbasî herêmê hatibûn kirin bi hawanan êrîşî çeperên Hêzên Şoreşger kirin. Di êrîşa artêşa Tirk a dagirker ya li ser girê Bedirxan ya girêdayî herêma Cindirêsê 3 hevalên me şehîd ketin.
Şeva navbera 20'ê mehê û 21'ê mehê artêşa Tirk a dagirker li navçeya Şera 8 gund û bejahiya wê bi obus, hawan û tankan hedef girt. Li navçeya Cindirêsê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wî 10 xalan bi 90 gulayên obus hedef girtin. Herwiha çeteyên artêşa dagirker jî li heman herêmê bi balafirên bê mirov Girê Başûr hedef girtin. Her wiha li navçeyên Şêrawa, Şiyê, Raco û Bilbilê topbarana artêşa dagirker bi tank, obus û hawanan heya sibehê bênavber berdewam kir. Di encam de li herêma pira Heşarkê 3 hevalên me şehîd ketin. Li Şehba jî artêşa dagirker û çeteyên xwe herêma Til Rifat bi obusan hedef girtin. Hêzên me weke bersiv yekser baregehên leşkerî yên artêşa dagirker ku li Kil Cibrin e bi çekên giran hedef girtin û rûxandin.
21'ê mehê saet 08:00 di navbera hêzên me û yekîneyên artêşa dagirker yên ku dixwestin li herêma Bilbilê sînor binpê bikin şer derket. Di encamê de yekîneyên artêşa dagirker neçar man ku paş de birevin. Herwiha hewldana artêşa dagirker ya derbaskirina sînor li navçeya Şera rastî bersiva hêzên me hat û di encam de leşkerên artêşa dagirker û çeteyên wî paş de kişiyan. Di encama şer de li navçeya Bilbilê 1, li Şera 2 tankên artêşa dagirker hatin îmha kirin.
Di şer de li deverên cûda bi qasî ku hate zelalkirin 10 çeteyên dewleta dagirker hatin kuştin û 20 çete birîndar bûn. Her wiha li navçeya Bilbilê de 4 leşkerên artêşa dagirker hatin kuştin û gelek birîndar bûn."