Li ser banga Nûneriya PYD’ê ya Swêdê, Buroya Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Kurdîcîde Watch CHAK’ê nêzî 60 nûnerên rêxistinên civakî yên sîvîl, ronakbîr û siyasetmedaran êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê nîqaş kirin.
Rêxistinan diyar kirin ku êrîşên li dijî Efrînê ne bi tenê li dijî gelê Kurd e û ev êrîş li dijî îradeya gelên Asûr-Siryan, Tirkmen û Ermenan e. Fikra rêxistin û partiyan a hevpar ev bû ku, divê bi giyanê berxwedanê yê Kobanê xwedî li Efrînê were derketin.
Piştî nîqaşan, beşdarên komîteyên siyasî, çapemenî û çalakiyan ava kirin. Ev komîte wê girêdayî Komîteya Piştgiriya Berxwedana Efrînê bixebitin.
Biryar hate dayîn ku êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê berê li Parlementoya Swêdê û piştre jî bi rêya hikumeta Swêdê bila were rojeva Neteweyên Yekbûyî. Parlementerên Keskan ê Partiya Hawîrê Jabar Amîn diyar kir ku ew ê pêşniyaznameya nîqaşkirina vê meseleyê îro ragihîne parlementoyê.
Serokê Kûrdîcîde Watchê CHAK’ê Azad Heydarî jî ji ANF’ê re ragihand ku avakirina komîteya piştgiriya bi Efrînê gaveke di cih de ye.
Heydarî diyar kir ku di kongreya wan de ya di sala 2011’an de biryar hatiye dayîn ku ew xebatên xwe li ser Rojava zêde bikin û got, “Li Efrînê ji xeynî Kurdan, gelên din jî hene. Dewleta Tirk bi êrîşan dixwaze pergala wekhev, femînîst û ekolojîst tune bike û bajêr dagir bike. Ew ê gelê Efrînê destûrê nede vî tiştî. Heta ku artêşa Tirk têk biçe, em ê jî piştgiriya xwe bi Efrînê re bidomînin.”
Nûnerê PYD’ê yê Swêdê Şiyar Alî jî diyar kir ku ew ê nameyekê ji Hikumeta Swêdê re bişînin û bixwazin ev mesele têkeve rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û got, “Divê Neteweyên Yekbûyî li hemberî qetlîama li dijî sivîlan a li Efrînê helwesta xwe zelal bike. Ji bo sekinandina êrîşan divê Neteweyên Yekbûyî jî tê de hemû welatên demokratîk têkevin nav hewldanan.”
KNK, YNK, Tevgera Goran, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê, Pêşmergeyên Berê, Nûneriya PYD’ê ya Efrînê, Kurdîcîde Watch CHAK, Federasyona Elewiyan a Swêdê, Enstîtuya Kurdî ya Swêdê, Navenda Civakî ya Kurd a Demokratîk a Swêdê, Meclîsa Jinên Kurd a Elmanyayê û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê jî tê de gelek rêxistin, partî û saziyên sîvîl ên civakî di nav vê komîteya piştgiriyê de cih digirin.