BI DÎMEN

Sefkan Kobanê: Dewleta Tirk bi rêya HTŞ'ê Sûriyeyê tevlîhev dike

Sefkan Kobanê anî ziman ku di nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd de desthilatdarî mijûlkariyê dike û got, dewleta Tirk bi rêya HTŞ'ê dijberiyê li Kurdan dike.

SEFKAN KOBANÊ

Li Tirkiyeyê di çarçoveya pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd de aliyê Kurd gavên girîng avêt. PKK'ê biryara westandina şer da û bi biryarên kongreyê re careke samîmiyeta xwe ya ji bo çareseriyê raxist pêş çavan.

Lê belê li gel vê yekê ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve ji bo çareseriya pirsgirêkê li ser zemîna hiqûqî û qanûnî gavek nehat avêtin. Nivîskar Sefkan Kobanê mijar ji ANF'ê re nirxand.

Sefkan Kobanê anî ziman ku PKK bi mîsyona xwe ya dîrokî abû, bi biryarên wergirtî re rêvebirina pratîkî ya pêvajoyê ji Rêber Apo re hişt û got, "Bi fesixkirina xwe re pêvajoya ji niha û pê ve ji şertê rêvebirina pêvajoyê ya ji aliyê Rêber Apo ve hişt.

Armanc ji vê yekê ew e ku destnîşan bike, divê şert û mercên kar û jiyanê yên azad ên Rêber Apo bêne afirandin ku klaribe biryarên di kongreyê de hatine wergirtin bimeşîne. Her wiha ji bo bicihanîna biryarên li ser fesixkirina PKK'ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, li ser bingeha 'mafê hêviyê' divê azadiya Rêber Apo bê pêkanîn.

Biryara herî girîng ev e. Ev biryar nebe ti ji biryarên din nikarin bikevin meriyetê, ji ber ku rêveberî ji niha û pê ve Rêber Apo ye. Pêvajoyeke bi vî rengî destpê kiriye. Bi vê biryara dîrokî re pêvajo ji danûstandinên bi Tirkiyeyê re dimîne."

Li ser nêzîkatiya dewleta Tirk Sefkan Kobanê diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide mijûl bike û nirxandineke bi vî rengî kir: "Li pey wê yekê ketiye ku eger Emerîka xwe ji Sûriyeyê vekişîne wê firsendek bi dest bikeve yan na. Eger vekişîn pêk were dixwaze destketiyên Kurdan ên li Rojava û Başûr kêm bike.

Di demên bi vî rengî de nêzîkatiyên welê rojane û taktîkî heye ku stratejîk nafikire, li gorî pêvajoya jinûve avabûnê tevnagere û bi gotina wan 'Tifaqa Kurd-Tirk bi rengekî stratejîk nanirxîne'. Ev rewş weke dûrbûna ji biryardariyeke têrker dikare bê pênasekirin.

Gelo ev yek şerê navendên li nava desthilatdariyê ye? Di vê mijarê de di nava AKP'ê de rewşeke dualtîiyê heye. Eşkere ye ku ev yek bi kêrî wan nayê. Pêvajo gelekî hesas e. Dema dîrokî êdî li asteke welê ye ku vegerandina wê nabe. Hêzên ku berevajî herikîna dîrokê tevbigerin wê ji holê rabin. Hêzên ku di netewe dewletperestî û neteweperestiyê de israr dikin, dawiya wan diyar e."

Nivîskar Sefkan Kobanê anî ziman ku hevsengiya li Rojava hîn baş li şûna xwe rûneniştiye û got, "Hîn jî tevlîheviyek heye, nediyar e bê sîstem ber bi kuk ve biçe. Hevsengiya Sûriyeyê ku gelek hêz di nav de ne û destwerdan lê tê kirin, hîn li şûna xwe rûneniştiye.

Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl dide di vê pêvajoyê de rêveberiya li Sûriyeyê ji mejiyê îslamiya siyasî û rastgiriya Baasê dûr bixîne, veguherîne. Hewl dide li hember têbikoşe, di heman demê de jî danûstandinan dike; bi rengekî çalak heyetan dişîne. Hem têkoşîna demokratîk dimeşîne hem jî danûstandinan dike. Hewl dide hin gavan bide avêtin.

Di nava HTŞ'ê de gelek hêzên cuda hene û ev hêz niha li ber hev radibin, di nava nakokiyan de ne. Mînak li Dêrazorê hêzên ser bi HTŞ'ê yan jî hêzên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, dikevin nava liv û tevgerê. Tirkiye hewl dide herêmê tevlîhev bike."

Ji bo pirsa 'Tirkiye di pozîsyoneke dijberiya li Kurdan de ye?' nivîskar Sefkan Kobanê got, "Bêguman, dixwaze lawaz bike, bê hêz bike û bi vî rengî dest bi danûstandinan bike. Hewl dide daxwazan kêm bike. Hewl dide ku nehêle QSD bi rengekî xurt tevlî hevdîtinan bibe, meclîsên Rêveberiya Xweser, temamiya wê lawaz bike. Eger karibe vê bike, hêzên cuda yên li Dêrazorê -hêzên ku bi pereyan kirî ye' dixwaze bixe dewrê. Vê yekê dikare bi navê HTŞ'ê bike, dikare bi navê eşîran bike.

Tirkiye hîn jî çekdanînê ferz dike. Kî wê çekê dîne? Wê çawa dîne? Di nava hêzên ku hemû cîhan wan terorîst dibîne, gelo çawa dibe ku çekdanîn ji Kurdan tê xwestin? Yên ku divê çekê dînin HTŞ û hêzên di nava wê de ne, lê belê li şûna vê yekê li ser QSD'ê ferz dikin ku QSD mafên nasnameya xwe diparêze, ji bo azadiyê têdikoşe. Ev yek mejiyê wan radixe pêş çavan.

Di vir de şerekî taybet û psîkolojîk tê meşandin. Hewl dide zextê bike. Lê belê ji bo ev pêvajo bê meşandin divê danûstandinên yekser ên bi Rêber Apo re bêne kirin. Yekîtiya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyeke demokratîk dikare pêk were. Ji bo Sûriyeyeke demokratîk a ji yekîtiya Durzî, Elewî, Ermen û hemû gelên herêmê têkoşîn tê meşandin."