Ji bo Efrînê li Ewrûpayê bi hezaran kes daketin qadan

Kurdistanî û dostên wan li Elmanya, Fransa, Îngîltere û Swêdê daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

SAARBRUCKEN

Li bajarê Saarbruckenê yê Elmanyayê du hezaran kesan bi awayekî girseyî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

Girse li pêşiya Eûropa Galeriyê kom bûn û heta HBF’ê meşiyan.

Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin û çalakî bi sloganên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ bi dawî bû.

DRESDEN

Li bajarê Dresdenê yê Elmanyayê bi sedan Kurdistanî ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daketin qadê. Di çalakiyê de bi sedan belavok hatin belavkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrtê yê Elmanyayê jî Kurdistaniyan meş û mîtîngek li dar xistin. Girse bi alayên YPG/YPJ’ê heta Sefaretxaneya Rûsyayê meşiya û li vê derê çalakiya rûniştinê li dar xist. Di çalakiyê de hate diyarkirin, heta ku êrîş hebe ew ê çalakiyên wan jî bidome.

LYON

Li bajarê Lyonê yê Fransayê Kurdistanî û dostên wan bi meş û mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

Meş li Place Belcoûrê dest pê kir û heta Place Terreaûxê domiya. Li pêşiya şaredariyê jî mîtîngek hate lidarxistin û sloganên ‘Bimire dewleta faşîst a Tirk’ û ‘Bijî berxwedana Efrînê’ hate berzkirin.

OSLO

Li bajarê Osloyê yê Norwecê jî bi mîtîngekê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hate protestokirin.

Mîtîng li pêşiya îstasyona trênê ya navendî hate destpêkirin û gelek kes tevlî bûn.

LÎVERPOOL/MANCHESTER

Li bajarên Lîverpool û Manchesterê yê Îngîltereyê Kurdistaniyan çalakî li dar xistin. Gelê Kurd û dostên wan tevlî mîtîngê bûn û belavok hate belavkirin.

STOCKHOLM

Li bajarê Stockholmê yê Swêdê ya ku ji roja Înê û vir ve ye ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk Kurdistanî û dostên wan dadikevin qadan, îro jî çalakiya xwe domandin.

Çalakî li Qada Sergelê hate lidarxistin. Li ser navê Partiya Çep Lorena Delgado û li ser navê KNK’ê Karwan Saîd axivîn. Di axaftinan de hate diyarkirin ku ‘Divê hemû parêzvanên mafên mirovan pişta gelê Kurd bigirin û li dijî dewleta Tirk a faşîst helwesta xwe diyar bikin.’

Ji xeynî Kurdistaniyan gelek kesên ji Swêd, Îran û Tirkiyeyê jî beşdarî çalakiyê bûn.