Li Ewrûpayê bi hezaran kes daketin qadan

Kurdistaniyên li Ewrûpayê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê, daketin qadan.

PARÎS

Li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye Kurdistanî ji bo êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto bikin, li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Fransayê çalakiyek li dar xistin.

Girseyê bi sloganên ‘Bimire rejîma Tirk a faşîst’ û ‘Erdoganê qatîl’ nêzî du saetan çalakiya xwe domandin. Polîsan dora girseyê girt û xwest girse belav bibe lê girseyê çalakiya xwe heta dawiyê domandin.

TORÎNO

Li bajarê Torînoyê yê Îtalyayê jî Kurd û Îtalyan bi hev re çalakiyek li dar xistin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

Girseyê li pêşiya RAÎ Tv’yê jî çalakiya xwe domandin.

BERLÎN

Li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, girse li pêşiya sefaretxaneya DYA’yê kom bûn û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

MONTPELLÎER

Li bajarê Montpellîerê yê Fransayê jî gelek Kurdistanî û komên çepgir ên Fransayê meşek li dar xistin.

Girse li Parka Peyroû Pîtotê hatin gel hev û heta Qada Comedîeyê meşiyan.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê jî êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi mîtîng û meşekê hate protestokirin. Girse li pêşiya HBF’ya Dûîsbûrgê kom bûn û çalakiya bêîtaetiya sivîl li dar xistin.

KASSEL

Li bajarê Kasselê yê Elmanyayê jî Kurdistanî li hev kom bûn û ji bo protestokirina çalakiyên dewleta Tirk çalakiya protestoyê li dar xistin.

BORDEAÛX

Li Bordeaûxê ya Fransayê Kurd û dostên wan ji bo Efrînê li ser piyan bin. Kurd û dostên wan hewldana dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê bi çalakiyeke bêîtîatiya sivîl şermezar kirin û piştre girse bi dirûşmeyan çalakiya xwe li ber stestoya trênê ya Bordeaûxê bi dawî kirin.

KOLN

Li Kolnê ya Elmanya Kurdistaniyan êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de şermezar kirin û bi dirûşmeyan gotin, ‘Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan’, ‘Bijî Berxwedana Efrînê.’’

HANNOVER

Li Hannoverê ya Elmanyayê Kurdistanî dewleta Tirk şermezar kirin û li ber HBF’ê ya Hannoverê civiyan.

HAMBÛRG

Li Hambûrgê ya Elmanya jî Kurdistanî li stesyona trênê ya Hambûrg Damtorê hatin cem hev û heta bi konsolosxaneya Tirk bi dirûşmeyan meşiyan.

MARSÎLYA

Li Marsîlyayê Kurdistanî li Meydana Canebîerê hatin cem hev û heta bi Konsolosxaneya Rûs meşiyan. Kurdistaniyan bi dirûşmeyan êrîşkariya dagirker a dewleta Tirk a bi ser Efrînê de şermezar kirin û gotin Efrîn wê ji Erdogan re bibe goristan.

BERN

Li Bernê Kurdistanî bi pêşengiya Ciwanên Azad hatin cem hev û êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Her wiha bang kirin ku sibe 22’yê Çile li Bern Helwetîaplatzê, saet di 14.00’an de Kurdistanî hazir bin û wê heta bi Konsolosxaneya Rûsyayê bimeşin.

HELSÎNKÎ

Li paytexta Fînlandiya Helsînkî jî Kurdistanî bi çalakiyekê hewldana dagirkeriya dewleta Tirk a bi ser Efrînê de şermezar kirin û bang kirin ku her kes di çalakiya roja Çarşemê de hazir be.