Li Efrînê 9 leşkerên dagirker ên Tirk hatin kuştin

Şervanên QSD’ê êrîşeke dî ya hewldana dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a bi ser Efrînê de şikandin. Di şer de, ku hê jî dom dike 9 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin.

Diyar bû ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl dan ku bikevine gundên Kirdo û Edamê yên navçeya Bilbilê û gundê Şadiyê ya Racoyê, şervanên QSD’ê bersiva wan dane wan û di encamê de, di şerê gundê Kirdo û Edamê de 9 leşkerên Tirk û çete hatin kuştin.

Li gundên navborî şerekî giran heye.

Her wiha fermandarên QSD’ê îdîayên ku hin organên çapemeniyê dibêjin gundê Edamê û Şingilê hatine dagirkirin li derewê qeliband û gotin gundên navborî di dest hêzên wan de ne.