Li Dêra Zorê berxwedana kedê dewam dike

"Hewa sar e û şert û mercên çolê gelekî giran e. Lê belê dema armancek mirovan hebe, ev zor û zehmetî ne girîng in. Çol jî be ev der axa me ye û em ji vê axê hez dikin."

Çeperên ji axê li nava vê çola bê serî û bê dawî hatine çêkirin. Li hin ji van çeperan kon hatine vedan, li hinekan jî karavanên kevn ku derî jî li ber nîne hatine danîn. 

Şervan li nava van kon û karavanan dimînin. Lê belê hewa welê cemidiye ku mirov li hundirê van karavanên bê derî jî diqefilin. Ji bo nehêlin toz têkeve hundir, şervanan bi betaniyê derî girtine. 

Şervanên ku bi mehan e di Pêngava Bagera Cizîrê de cih digirin, ji aliyekî ve li dijî çeteyan şer dikin, li aliyê din neçar in li nava şert û mercên giran ên çolê bijîn.

Lê belê ti ji şervanan ji ber vê zor û zehmetiyê gilî û gazinan nakin. Dibêjin, "Belê hewa sar e û şert û mercên çolê gelekî giran e. Lê belê dema armancek mirovan hebe, ev zor û zehmetî ne girîng in. Çol jî be ev der axa me ye û em ji vê axê hez dikin. Ji bo me ya girîng ew e ku ev çete demek ji ya din zûtir ji ser axa me tine bibin."