Fermandarê Ceyş’ul Suwar: Em mil bi mil şer dikin

Fermandarê Artêşa Şoreşgeran: ‘Guh nedin medyaya Tirk a dagirker. Artêşa Şoreşgeran ligel YPG û YPJ’ê Efrînê diparêzin.

Fermandarê Ceyş’ul Suwar Hecî Ehmed li ser nûçeya ku li organên çapemeniyê weşiyayî, ku digot, ‘Ji QSD’ê veqetiyane û çûne rex komên bi piştgiriya Tirkiyê’ li derewê qeliband û got, ‘’Baweriya xwe bi medyaya Tirk a dagirker û alîgirê wan neyîn, Artêşa Şoreşgeran li rex YPG, YPJ’ê di parastina Efrînê de ye.’’

Nûçeyên medyaya şerê taybet a Tirk a bi mebesta meşrûkirina dagirkirina Efrînê malperên nêzî Rûsyayê jî dubare dikin. Spûtnîkê nîvrokî xwe sparte Al Mastarê û got ‘’Yek ji koma di nav QSD’ê de Ceyş’ul Suwar aliyê xwe guhart û tevlî nav komên bi piştevaniya Tirkiyê bû.’’

Ceyş’ul Suwar a ku di nav QSD’ê de cih digirin ev nûçeya derew û propaganda ye li derewê qeliband. Fermandarê Ceyş’ul Suwar Hecî Ehmed diyar kir ku bi YPG/YPJ’ê re di parastina Efrînê de ne û got, ‘’Nûçeyên di medyaya dewleta Tirk a dagirer de ti têkiliya xwe bi me re nîn e, bi temamî derew in.’’

Ehmed got li Efrînê bi gelên wir re mil bi mil li dijî dagirkeriyê şer dikin û got, ‘’Ev bager me jî vedihewîne. Li Efrînê em bi hemû hêzên parastinê re tevdigerin. Bi sedan sal in ku li van xakan em li gel hev dijîn. Em mil bi mil li dijî dijmin şer dikin. Niha jî didome ev têkoşîn. Siberojê jî em ê şer bikin. Tiştên ku li derve li ser navê me têne gotin xebatên dijmin in û derew in. Pêdiviya wan bi derewên wiha heye. Ji bo ku moralê bidin alîgirê xwe û li cem gelê me moralê bişkînin wiha dikin.’’