QSD: Berxwedanekî dîrokî tê kirin

Fermandariya Giştî ya QSD`ê îdîayên çapemeniya Tirk derewand û diyar kir ku li ser seranserî sînor li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berxwedaneke dîrokî tê kirin.

Fermandariya Gişrî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), di derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser Efrînê û seranserî sînorê Bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de ev tişt tên gotin:

‘BERXWEDANEKÎ DÎROKÎ TÊ KIRIN’

ʺÊrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê yên li ser xaka Efrînê bê navber didomin. Rexmê ku heta niha pêşketineke mezin li ser erdê nehatiye çêkirin jî dezgeyên çapemeniya Tirk îdîa dikin ku 8 kilometre pêşde çûne. Berovajî vê, li seranserê xeta sînor di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên artêşa dagirker de şerê giran diqewimin.

‘HETA NIHA 40 LEŞKER Û ÇETE HATINE KUŞTIN, 3 TANK HATINE RÛXANDIN’

22`ê mehê di saet 03:00’an de şervanên me li dijî 2 baregehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên li Ezazê çalakiyên hemwext pêk anîn. Di encama çalakiyan de, li cihekî herî kêm 6 çete hatin kuştin. Li gel ku di encama çalakiya din de gelek çete hatin birîndarkirin jî, di derbarê kuştiyan de agahiyên zelal bidest neketin. Di sibeha 22`ê mehê de artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, keşfê û her wiha bi tank û topan êrîşeke berfireh li seranserê xeta sînor lidar xist. Di navbera çeteyên ku dixwestin di bin parastina balafiran de herêmê dagir bikin û hêzên me de şerê giran rû dan û hîn jî berdewam dikin. Çeteyên ku di bakurê Efrînê de şikestin di xeta Ezazê de xwestin êrîş bikin. Li ser bersivdana hêzên me li gundên Dîkmedaş, Eyn Deqnê, Minix û derdorê wê pevçûnên giran didomin. Li navçeya Bilbilê, piştî êrîşên hewayî, hewldana çeteyên artêşa dagirker a girtina girê Bilbilê rastî bersivdana hêzên me hat û şer berdewam dike. Li navçeya Raco careke din sivîl hatin hedefkirin. Her wiha hewldana çeteyên artêşa dagirker a desteserkirina gundê Xelîl û girê Îzahê yên girêdayî navçeya Şiyê hate astengkirin û di vê herêmê de jî şer berdewm e. Di encama şer de 3 tankên artêşa dagirker hatin derbkirin. Di şerê heta niha qewimî de 40 leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

‘LI HEMÛ ENIYAN ŞER Û BERXWEDAN DI ASTA HERÎ JOR DE YE’

Rexmê giraniya êrîşên hewayî jî artêşa Tirk a dagirker di bejahî de gavek jî pêşve nehatiye, nûçeyên derew bi armanca propagandayê belav dike. Di gundên ku îdîa dike bidest xistiye de şer bi giranî didomin. Di hemû çeperên seranserê xeta sînor de, şervanên QSDê, hêzên YPG û YPJ`ê, hêzên Asayîşê, Hêzên Parastina Cewherî, Hêzên Erka Xweparastinê û şêniyên herêmê mil bi mil berxwedaneke dîrokî raber dikin.

‘ARTÊŞA TIRK SÎVÎLAN DIKE HEDEF’

Artêşa Tirk a dagirker di 22`ê mehê piştî nîvro li dijî 3 çeperên hêzên me û herêmên sivîl ên li Serêkaniyê êrîşên sekvanî û topbaranê lidar xistin. Hêzên me yekser bersiv dan êrîşan. Di encama êrîşan de 3 hevalên me şehîd ketin, hevalek me jî brîndar bû. Wê agahiyên nasnameyên şehîdan pişt re bi raya giştî re were parvekirin. Herwiha di encama hedefkirina herêmên sîvîl jî alî leşkerên Tirk ve 3 sîvîl jî brîndar bûn.

‘HETA DAWÎ EM Ê LI BER XWE BIDIN’

Em weke Fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk careke din diyar dikin ku, berdêl her çi dibe bila bibe, em ê li hember êrîşkariya dewleta dagirker bêdeng nemînin.ʺ