Li gundê Cilberê hejmara şehîdan bû 10

Di encama êrîşên dewleta Tirk a bi armanca dagirkirina Efrînê de, li gundê Cilberê hejmara şehîdan bû 10.

Şevê din balafirên artêşa Tirk a dagirker gundê Cilber bomberdûman kirîbû û di komkujiya li gund de hejmara şehîdan bû 10. Duh di xebatên lêgerînê yên Heyva Sor a Kurdistanê de cenazeyê 7 sivîlan hatibû dîtin û 12 sivîl jî hatibû rizgarkirin. Xebatên lêgerînê duh ji ber tevgera hewayî yên balefirên şer navber hatibû dayîn.

Di xebatên lêgerînê yên îro de cenazeyê kesekî din hate dîtin. Nasnameya vî cenazeyî nehate hînbûn. Hejmara şehîdên li gundê Cilber bû 10.

Xebatên lêgerînê yên di kavilan de didomin.