Bîlançoya 3 rojan a li Efrînê hat eşkerekirin

Berdevkiya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bîlançoya sê rojan a êrîş û şerê li Efrînê eşkere kir. Hat ragihandin ku di şer de 40 leşker û çete hatin kuştin.

Di daxuyaniya Berdevkiya QSD'ê de hat gotin, 40 leşker û çete hatine kuştin û nêzî 300 leşker û çete jî birîndar bûne.

18 SIVÎL ŞEHÎD BÛN

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de 3 rojan li herêmên cuda yên Efrînê 18 sivîl şehîd bûne û 23 kes jî birîndar bûne.

QSD'ê diyar kir, di şer de 3 şervanên wan jî şehîd bûne.

Hat ragihandin ku di nava sivîlên şehîd bûne de jin û zarok hene. Berdevkiya QSD'ê da xuyakirin, li gundê Kurdo yê navçeya Bilbilê 2 tankên artêşa dagirker hatin rûxandin û derb li wesayiteke bi tîpa BMB a leşkeran dibe û tîne hate xistin.