Di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker de şerê dijwar
Di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker de li navçeyên Şera, Bilbilê, Şiye û Raco yên Efrînê şerê dijwar rû dide.
Di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker de li navçeyên Şera, Bilbilê, Şiye û Raco yên Efrînê şerê dijwar rû dide.
Artêşa Tirk a dagirker ve 3 roj in bi êrîşên hewayî û bejayî li beramberî berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gavekê jî pêş ve neçûye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine wergirtin, li navçeyên Raco, Şiye, Şera û Bilbilê yên Efrînê di navbera şervanên YPG-YPJ û artêşa Tirk a dagirker de şerê dijwar diqewime.
Piştî ku Girê Qestelê ji aliyê şervanên QSD’ê ve ji hêzên Tirk ên dagirker hate paqijkirin, hate hînbûn şer li navçeya Bilbilê, gundê Qestel, Kurdo û Baliyayê dijwartir bû.
Artêşa Tirk a dagirker gundê Dîkmetaş yê navçeya Şera bi topên hawan û obusan topbaran dike.