Li Ewrûpayê çalakî zêde dibin: Efrîn ne bi tenê ye!

Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê li gelek welatên Ewrûpayê hate protestokirin. Kurdistanî bi sloganên ‘Erdoganê terorîst’ li qadan in.

LEÎPZÎG

Li bajarê Leîpzîgê yê Elmanyayê duh êvarî ciwanên Kurdistanê li dijî DÎTÎB’ê çalakî li dar xistin. DÎTÎP saziyeke nêzî rejîma AKP-MHP’ê ye. Di çalakiyê de camên navenda DÎTÎB’ê hatin şikestin û ciwanan li ser dîwarên wê ‘PKK, YPG, YPJ û Efrîn’ nivîsandin.

Ciwanan diyarkirin ku heta êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bisekine, ew ê saziyên dewleta Tirk di hedefa me de bin.

DÎTÎB a li Leîpzîgê bi MÎT’a Tirkan re dixebite. Hikumeta Elmanyayê li dijî gelek navendên DÎTÎB’ê operasyona MÎT’ê li dar xistibû û ajanên wê tespît kiribû. Piştî ku navbera Elmanya-Tirkiyeyê baş bû, ser vê operasyonê hatibû girtin.

KOPENHAG

Li paytexta Kopenhagê ya Hollandayê çalakî didomin a ku Meclîsa Jinan a Sêvê dabû destpêkirin. Kurdistaniyan li pêşiya parlementoyê mîtîng li dar xistin û têkildarî êrîşa li dijî Efrînê dosye pêşkêşî rayedarên parlementoyê kirin.

Çalakî ew ê sibê di saet 14.00’an de li ba Neteweyên Yekbûyî bidome.

CARDÎFF

Li Cardîffê ya ku paytexta Gallerê ye, Kurdistanî û dostên wan li pêşiya parlementoyê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û raya giştî hate agahdarkirin.

NEWPORT

Li bajarê Newportê yê Gallerê Kurdistanî di çalakiyan de bûn. Di çalakiyê de dewleta Tirk hate şermezarkirin û belavok hatin belavkirin.

LONDRA

Li Londrayê ya ku paytexta Îngîltereyê ye, Kurd û dostên wan li pêşiya Sefaretxaneya Rûsyayê çalakî li dar xistin. Girseyê ji ber ku Rûsya piştgiriyê dide Tirkiyeyê, Rûsya protesto kir.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û rê ji trafîkê re hate girtin.

TÎCÎNO

Kurd li pêşiya avahiya parlementoya Kantona Tîcînoyê ya Swîsreyê hatin ba hev û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin. Di çalakiyê de posterên KCK, YPG û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate vekirin.

 

Girse piştre ket eywana civînê ya Lijneya Giştî û pankart vekirin.

Parlementerê Partiya Demokrat a Xirîstiyan Paolo Pedûzzî û parlementerê Partiya Sosyalîst êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kirin. Parlementeran ji bo ku rûniştinek li ser Efrînê were kirin pêşniyaznameyek dan Serokatiya Meclîsê.

VIYANA

Li paytext Viyana ya Avûstûryayê êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li ser Efrînê li pêşiya Sefaretxaneya Tirk bi çalakiyekê hate protestokirin.

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Viyana dijîn li pêşiya Sefaretxaneya Tirk kom bûn dewleta Rûsya protesto kirin. Di çalakiyê de dovîzên bi zimanê Elmanî “ Dev ji hevkariya şirîk a bi Tirkiyeyê re berdin”, “ Bêdengî hevkarî ye” hildan û dewleta Tirk û Rûsya protesto kirin.

Sibe li pêşiya Wezareta Karê Derve çalakî bidomin.

BERN

Li bajarê Bern ê Swîsreyê îro jî êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê hate protestokirin. Kurdistaniyên li Qada Helvetîaplatzê kom bûn nêzî hezar Kurdistanî, Tirkiyeyî û Swîsreyî ji vir heta Sefaretxaneya Rûsya meşiyan.

Di meşê de bê navber dirûşmên “Rûsya û Ewropa fînanse dike, Tirikye lê dide”, “Bijî Berxwedana Efrînê” û “Terorîst Tirkiye” hate qîrkirin. Li mîtînga li vir, li ser navê HDK, PYD, NCKD, Tevgera Kurd, Tevgera Jinên Kurd, Ciwanên Azad, Saziyên Swîsreyî û nûnerên partiyan axaftin hatin kirin û êrîş hatin protestokirin.