Li Girê Qestelê derbe li artêşa Tirk hate xistin: 8 mirî, 13 birîndar

Di şerê di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker a li girê Qestelê de 8 leşkerên Tirk hate kuştin û 13 leşker jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker îro li dijî girê Qestel ê li navçeya Şera ya Efrînê êrîşeke giran a hewayî li dar xist.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) têkildarî encamên şer yên li girê Qestelê daxuyaniyek weşand.

QSD’ê diyar kir ku ji bo di êrîşa hewayî de windayan nedin bi teqtîk paşve vekişiyane û wiha tê gotin; “Piştî êrîşa hewayî hêzên me li dijî çeteyan çalakî li dar xist. Di encama çalakiyê de 8 çete hatin kuştin û 13 çete jî birîndar bûn.”

Di  daxuyaniyê de tê ragihandin ku piştî Girê Qestelê bi temamî ji artêşa Tirk û çeteyan hate paqijkirin, şer li derdora gundê Qestelê didome.