Hevserokê MSD’ê Riyad Derar: Tirkiye sûcê navneteweyî dike

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar, êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û wiha anî ziman: “Tirkiye sûcê navneteweyî dike.”

Şêxê Ereb û Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Riyad Derar ê êrîşên dewleta Tirk û Serokkomarê Tirk Recep T. Erdogan a li ser bajarê Kurdan Efrînê dayî destpêkirin şermezar kir û anî ziman ku ev êrîşekî li dijî aştî, biratî û yekbûnê ye.

Riyad Darer bibîr xist ku li gelemperiya Sûriyeyeyê hê jî şer dewam dike û got: “Niha li ser parvekirina Îdlîbê şer dikin. Em weke gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê em tim dixwazin li hermêma me aramî hebe. Em niha di nava hewldanên paqijkirina herêmê ji DAIŞ’ê ne. Ji bo nifekî nû ji bo avakirina sîsemekî demokratîk dixebitîn. Hemû hewldan û keda me ji bo vê ye. Hêzên navneteweyî jî ji bo ev pêk were soz dabûn me. Ev sozên xwe bi cih neanîn.”. Derar anî ziman ku hê jî metirîsî û xeteriya çeteyên DIAŞ’ê ya li herêmê derbas nebûye û got: “Dibe ku bi rûyeke nû bê guhertin. DAIŞ, bi rêxistinên din ên Tirkiye destek dike re li hev kirin û dîsa derket holê.” Derar anî ziman ku Tirkiye aramiya li herêmê dide xirakirin.

 ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ VÊ DERKEVE’

Hevserokê MSD’ê Derar got: “Em dixwazin li Bakurê Sûriyeyê sîstemekî nû ava bikin.” û wiha nirxand: “Em dixwazin Federasyona Bakurê Sûriye ava bikin. Ev di heman demê de ji bo hemû Sûriyeyê gaveke girîng e. Ev ji bo aliyê mirovî û aborî yên li herêmê pêşketineke nû ye. Di nava vê sîstemê de Kurdî, Ereb, Ermenî, Çerkez, Asûrî û Suryanî jî hene. Hemû pêkhate bi rengên xwe û çanda xwe di nava vê sîstemê de cih digire. Ev sîstem di nava sînorên Sûreyeyê de cih digire, li dijî parçekirinê ye.”

Derar nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk a li ser Efrînê da û got: “Êrîşa Tirkiye ya li dijî Efrînê li dijî aramî, yekîtî û biratiya gelan e. Êrîşekî xwe tevlîkirina karê hundir ê Sûriyeyê ye. Ev hewldan sucekî navneteweyî ye. Jiber ku êrîşkirina ser xakeke din û ziyan dayîna welelatiyan ji derveyî vê ti îfadeyek din a wê nîne. Ev êrîş di heman demê de tê wateye xweserheve anîna çeteyên DAIŞ’ê û komên din. Divê her kes li dijî vê rabe û dawî li vî sûcî bîne.”