Hêzên Tirk ên dagirker ji girê Quddeyê hatin qewirandin
Hêzên Tirk ên dagirker ku êrîşî girê Qudde yê navçeya Raco ya Efrînê kirin, hatin têkbirin.
Hêzên Tirk ên dagirker ku êrîşî girê Qudde yê navçeya Raco ya Efrînê kirin, hatin têkbirin.
Di roja çaran a êrîşên dagirkeriyê de hêzên Tirk êrîş birin ser girê Qudde yê li navçeya Racoyê.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi tundî bersiv dan hewldana dagirkeriyê ya hêzên Tirk û êrîş şikandin.
Li gorî agahiyan, leşker û çeteyên Tirk ji ser gir reviyane.
Piştî ku hêzên dagirker ên Tirk ji bejahî ve hatin qewirandin, balafirên şer herêm bomberdûman kirin.