Nerazîbûna li hemberî Rûsyayê: Tu dibî şirîkê qetlîamê!

Nûneriya Rojava ya Rûsyayê û saziyên Kurdan ên ku li Moskowayê xebatên xwe didomînin, daxuyaniyeke hevpar weşandin û ji ber ku destûr daye dagirkirina Efrînê, Rûsya protesto kirin.

Li Moskowayê ya ku paytexta Rûsyayê ye, êrîşên dagirker ên li dijî Efrînê hatin protestokirin.

Civîn li avahiya nûnergeha Rojava ya li Rûsyayê hate kirin. Hevseroka Yekîtiya Saziyên Civakî yên Kurd ên Rûsyayê Elmasta Cemşîd, Hevserokê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê Ferhat Patiyev, ji Rêveberiya Êzdîxanê Refîkê Kamil, Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Cûlyeta Aram û Hevserokê Kongreya Êzidiyên Rûsyayê Pîr Manana û gelek rêveber beşdar bûn.

‘DILÊ KURDAN JI RÛSYAYÊ MA’

Nûnerê Rojava yê Rûsyayê Rodî Osman êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê û rola Rûsyayê şermezar kir.

Osman got ku, “Ligel ku di destê Rûsyayê de belge hene ku Tirkiye têkiliya wê bi çeteyên DAÎŞ û komên din ên terorîst re heye, Rûsya ji ber ku destûr daye operasyonê, dilê Kurdan ji Rûsyayê maye. Gelo çi bû ku Rûsyayê destûr da operasyona Tirkiyeyê? Ji ber destûra Rûsyayê  jin û zarokên sivîl hatin kuştin. Peywira leşkerên Rûs ên li Efrînê ev bû ku di navbera pêkhateyên cihê yên leşkerî de girêdanê koordîne bike. Ev leşker çima bi paş ve hatin kişandin? Li gorî belgeya di 2’ê Sibata 20162’an de ya ku di navbera Rûsya û Amerîkayê hatiye îmzekirin, bêyî destûra van welatan Tirkiye nikare êrîşeke bi vî rengî pêk bîne.

BANGA JI BO RÊVEBERIYA RÛSYAYÊ

Piştre Hevserokê Otonomiya Federal a Çanda Kurd a Rûsyayê Ferhat Patiyev got ku, “Em bang li rêveberiya Rûsyayê dikin: Bila pêşiya vê operasyonê bigire û bila destûrê nede ku Kurd bimirin.”