Artêşa Tirk êrîşî Qamişloyê dike -NÛ BÛ Artêşa Tirk a dagirker êrîşî bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dike.
ANF QAMIŞLO sêşem, 23 rêbendanê 2018, 10:00 Artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê Qamişloyê topan diavêje sivîlan. Hat ragihandin ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî bersiv dan êrîşan. Ji ber topbarana artêşa Tirk li taxa Hîleliyê xaniyek xera bû. Di dema topbaranê de 2 zarokên li mala xwe taştê dixwarin birîndar bûn.