Kurd li pêşiya NY bûn: Ev bêdengî we dike şirîkê sûc!

Kurdistanî li pêşiya Neteweyên Yekbûyî hatin gel hev û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin û bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku bila têkevin nav hewldanan.

Kurdistanî û dostên wan ên li Cenevreyê dijîn ji bo protestokirina hewldana dagirkeriyê ya li dijî Efrînê û daxwaza bila Neteweyên Yekbûyî têkevin nav hewldanan, li pêşiya NY hatin ba hev.

‘BÊDENGÎ TÊ WATEYA ŞIRÎKATIYA SÛC’

Hevserokê NCDK-Cenevreyê Salîh Saglam di çalakiyê de axivî û got, “Heke NY nekeve nav hewldanan û bêdeng bimîne, li gorî me ew ê NY jî bibe şirîkê sûc.

Dema ku Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer dikin kesên ku piştgirî didan wan, a niha li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wan di nav bêdengiyê de ne. Bila her kes bizanibe ku gelê Kurd îxanetan ji bîr nake. Em li Efrînê li ber xwe didin û em ê bi berxwedanê bi ser bikevin.”

Saglam bang li Kurdistanî û dostên wan ên li Ewrûpayê kir û diyar kir ku roj roja berxwedanê ye .