MLKP Rojava: Şervanên MLKP di berxwedana Efrînê de cih digirin
MLKP Rojava: Mebesta dewleta Tirk wê pêk neyê. Hêzên emperyalîst û Rûsya ku rasterast piştgiriyê dide Tirkiyeyê wê di berxwedana şoreşa Rojhilata Navîn de cihê ku heq dikin bigirin.
MLKP Rojava: Mebesta dewleta Tirk wê pêk neyê. Hêzên emperyalîst û Rûsya ku rasterast piştgiriyê dide Tirkiyeyê wê di berxwedana şoreşa Rojhilata Navîn de cihê ku heq dikin bigirin.
MLKP/Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku li dijî êrîşên faşîst yên dewleta Tirk û çeteyan bi ser Efrînê de gel û şervanên YPG, YPJ û QSD bi berxwedaneke mezin û bi rûmet bersivê didin.
Daxuyaniya MLKP Rojava wiha ye;
“Şervanên MLKP di eniyên berxwedana Efîrînê de cih digrin û li dijî dagirkeran şer dikin. Şervanên MLKP di berxwedana Serêkanî û Kobanê de li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê, di serketinê de rolê xwe leyîstibûn. Niha li Efrînê ne. Vê carê rasterast li djî hêzên dagirker ên dewleta Tirk a faşîst şer dikin.
Erdogan berê digot ‘Kobanê dike bikeve.’ Niha jî dibêje di hefteyekê de em ê Efrînê biqedînin. Li Kobanê çi bû, ew ê li Efrînê jî heman tişt pêk wereû ew ê Erdogan têk biçe.
Dewleta Tirk û Rûsya ya ku piştgiriyê dide Tirkiyeyê û hêzên emperyalîst ew ê tu carî bi ser nekevin.
Hemû gel, şoreşger, bindest, ronakbîrên Tirkiyeyê divê li hemberî Erdoganê dîktator dengê xwe bilind bikin û dakevin qadan û li hemberî vî şerê dagirkeriyê li ber xwe bidin.”