Hêzên Tirk kincê sivîl li xwe kirin û êrîşî gundê Hemamê kirin

Artêşa Tirk a dagirker ku ev 4 roj in êrîşî Efrînê dike, bi rê û rêbazên qirêj hewl dide bi pêş ve biçe. Leşker û çeteyên Tirk kincê sivîl li xwe kirin û êrîşî gundê Hemamê kirin.

Li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê, şerê navbera hêzên Tirk ên dagirker û şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dewam dike.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, hêzên Tirk kincê sivîl li xwe kirine û êrîş birine ser gundê Hemamê. Şerê dijwar ê di navbera şervanên QSD'ê û çekdarên Tirk de dest pê kir didome.

Wekî din, şerê ku nîvê şevê li dora gundê Omera yê navçeya Racoyê dest pê kir, dewam dike. Li bejahiya gundê Xelîlê û navçeya Bilbilê jî şer giran e.