‘Em ê dersekî ku ti car neyê jibîrkirin bidin çeteyên dewleta Tirk'

Ceyş El-Swar têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirkirina li ser Efrîn û xaka Rojava daxuyaniyek da û destnîşan kir ku wê dersekî ku ti car jibîr nekin bidin dewleta Tirk û çeteyên ku xaka xwe firotin.

Bi tevlîbûna fermandarên Ceyş El-Swar û şervanan, daxuyanî ji aliyê Berdevkê Çapemeniyê Dilşer Îdlîb ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Ji bo gelê me yê Sûriyeyê yê bi rûmet, bi taybet Efrîna serhildêr û keleha berxwedanê, ji bo vê rewşê û rewşên dijwartir me xwe amade kiriye û em li ser soza xwe ya ku me bi gelê xwe yê rêzdar bi hemû pêkhateyên wê re daye ne. Hemû îdîayên ku çeteyên dagirkeriya Tirkiyê, dibêjin ku ew gelê Sûriyeyê, em û birayên me yên Kurd rastî rêjîmeke mezhebî tê, lê ev hemû derdew in û ji rastiyê dûr in. Em wefedarên gelê xwe û xaka xwe ne, me helwesta xwe ya derbarê şoreşa Sûriyeyê pîroz de neguhertiye.

Em kesên yekemîn ên ku bi hawara gel xwe ve çûn û em di ti rojê de nebûne alîgirên rêxistina Qaîde ne jî aliyeke siyasî yên hundirîn û ne jî derve. Li gelê me yê birîndar, sêwî, bî, mezlûm û îxtiyar binêrin, binêrin çi qewimî, Heleb û Şehba piştî ku me bi xwîna şehîdan rizgar kir, firotin û bûne leşkerên di bin hikmê Erdogan, Erdoganê ku DAIŞ û Qaîde derbasî Sûriyeyê kirin da ku şoreşa wê ya pîroz ji xeta wê derxinin.

Koma bi navê Mertala Firatê kom bû û xwe bi çek kir da ku şerê gelê xwê yê Efrînê bike, lê derewên wê eşkere bû, hemû herêmên ku di bin serweriya wan de bûn bi destê rêjîmê hilweşiyan û wan dengê xwe nekirin şêniyên wan herêman hatin kuştin û koçberkirin û jinên wan hatin firotin sakin man. Li Idlibê, Heleb û Hemayê rûmeta wan hate binpêkirin, dîsan jî ji bo wan wekî ku tiştek çênebû, niha jî êrîşî Efrîna ku jin û zarokên xwe diparêze dikin.

Em hemû nîşana bê wijdaniya wan diyar dike, ji ber ku gel û welatê xwe firotin û bûne pêxwasên dagirkeriya Tirkiyê, tenê ewlekariya Tirkiyê diparêzin, navê şoreşgeran li xwe dikin lê herêmên rizgarkirî bi êrîşên rêjîmê re rû bi rû hiştin.

Gelê rêzdar, em li hember her dijmin û dagirkeran şûr in, ji ber hêza me heye û me xwe ji bo her êrîşên dijber amade kiriye. Hêza me li gelek qadên Sûriyeyê li hemeberî dijniman serkeftin li pey serkeftinan pêk anî.

Niha jî em ji gelê me yê Efrînê û Şehbayê birîndar re radighînin ku hijmara me pir e û em amade ne bersiveke tund ku neyê jibîrkirin bidin çeteyên Tirkiyê yên ku ax û rûmeta te xwe firotine. Em di qadên şer de şer ne. Pirbûna hejmara wan wê fêde li wan neke. Bila dilê we rihet be, em ê xaka xwe biparêzin û bi azadî bijîn û bi azadî jî bimirin.”