Li 6 bajaran çalakiyên xwedîderketina Efrînê

Li Elmanya, Îngîltere û Yûnanistanê çalakiyên xwedîderketina Efrînê hatin lidarxistin û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin.

Bi hezaran kes daketin qadan û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê şermezar kirin.

BONN

Li bajarê Bonnê yê Elmanyayê Kurdistaniyan li pêşiya sefaretxaneya Rûsyayê çalakî li dar xistin û piştgiriya Rûsyayê ya ji bo Tirkiyeyê şermezar kirin.

Di çalakiyê de alayên YPG, YPJ û PYD’ê hatin hildan û dosyeyek pêşkêşî Sefaretxaneya Rûsyayê hate kirin.

FRÎEBÛRG

Li bajarê Frîebûrgê yê Elmanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê bi mîtîngekê hatin şermezarkirin. Nêzî 300 kes beşdarî mîtîngê bûn û girseyê sloganên ‘Bijî berxwedana Efrînê’ berz kirin.

HANNOVER

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê jî Kurdistaniyan li balefirxaneya Langenhagenê çalakiya bêîtaetiya sivîl lidarxistin. Li vê derê Tirkan êrîşî çalakgeran kir lê polîsên Elmanyayê xwestin Kurdan asteng bikin.

SÛSSEX

Li herêma Sûssexê ya Îngîltereyê Kurd û dostên wan êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.

BRUKSEL

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi beşdariya NAV-BEL, PYD û NCDK û dostên Kurdan li Place Schûmanê çalakî hate lidarxistin.

ATÎNA

Li Atînayê ya ku paytexta Yûnanistanê ye êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê hatin protestokirin. Girsey li Leoforsê hatin ba hev û heta Sefaretxaneya Rûsyayê meşiyan.

Çalakî piştî şewitandina posterê Erdogan bi dawî bû.